Ji Xemîs Xencer peyama Kurdî: Em alîkariya gelê Kurd a 2014an qet ji bîr nakin

.

Serokê Hevpeymaniya Siyade ya Sunî li Iraqê Xemîs Xencer, îro 19ê Îlonê peyameke bi Kurdî belav kir û bal kişand ser alîkarî û piştevaniya gelê Kurd a sala 2014an li dijî terora DAIŞê.

Xencer got, “Em helwesta gelê Kurd a serederiya birayane û mirovane li hember Suneyan di sala 2014an de, qet ji bîr nakin û bilind dinirxînin.”

Serokê Hevpeymaniya Siyade ya Sunî Xemîs Xencer, di peyama xwe ya Kurdî ya li ser hesabê xwe yê medya civakî Xê de got: “Ew pêşwazî li bîra me ye ku birayên me li Herêma Kurdistanê di sala 2014an de, xwedîtî li bi milyonan Erebên Sune kir, yên ku ji ber terorê û kiryarên leşkerî aware bûbûn. Ew pêşwazî bi biryareke mirovî û dîrokî ya birayê me Mesûd Barzanî bû.”

Xemîs Xencer da zanîn: “Em helwestên gelê Kurd ji serederiya wan a birayane û mirovane bi kesûkarên me yên aware re diparêzin û rêzê lê digirin û her dem behs dikin.”

Xencer got: “Nabe hesabên berteng ên partîtiyê û destkeftiyên partîtiyê di ser wan nirxên exlaqî û helwestên şerefmendane de bin û divê di serederîkirina me ya hemû pirsan de, çarçoveya yek niştîman xala destpêkeke serekî be.”

PeyamaKurd

Kurdistan Haberleri

Serokê Îtîlafê: Me lêkolîn ji bo kiryarên li gundê Kaxirê vekiriye
Li Swêdê Jinek bi Tawanên Şer Dijî Êzîdîyan li Sûrîyê Hate Tawanbar Kirin
Li Hewlêrê nûnertiya bazirganî ya Erebistana Siûdî hate vekirin
Ew dersên ku Kurd pêdivîye li şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” werbigrin
Elî Teter: Şûnwar dîroka gelê me vedibêjin