Wext derbas dibe
Ji xew şîyarbin.
Hîn wext derbas nebûyî
Hîn hûn li jîyanê ne
Rabin,
Û bijîn...
Temenê me li pey kar û bar û di nava xewê de derbas dibe. Wext ku em ji xwe re vediqetînin pir kêm e. Piranî li pey tiştên beradeyî em diçin û tên. Ji bilî xemgînî û xisarîyê tiştek nakeve destên me.
Hîn em nizanin em nizanin em çi dixwazin lewma em li pey her tiştî û li pey her kesî wext derbas dikin. Ji bo em xwe nas nakin wextê xwe yê herî bi qîmet jî li pey van tiştan derbas dikin.
Mezinan ji berê de gotine: “Heta me xwe nas kir me emir xilas kir.” Hîn me emir xilas nekirîye rabin ji wê xwe giran. Rabin û berê xwe bidin ronahîyê. Silavekê bidin tavê û bihêlin bila tav bedena we bi hestên nû germ bike.
Belê em mirov şepirze û belangaz in. Her tim gazindar in. Ji her tiştî û ji her kesî gazinan dikin. Ti carî ne ji xwe û ne jî ji derdora xwe qayîl nabin. Lê ti carî derfetê di destên xwe de baş bi kar naînin û wekî extîyaran tim gazinan dikin.
Em mirov ji roja duşemê heta roja şemîyê tim ji bo kar dixebitin û xwe diwestînin. Di destên me de tenê nîv danê şemîyê û roja yekşemê dimîne (heger hûn karmend bin rewşa cudatir e). Însanan karker roja xwe ya betlanê jî bi xew û bi kar û barê malê re derbas dikin. Wext ji wan re qet namîne, bi halekî betilî dîsa dest bi hefteyê dikin û roja din kar dîsa dest pê dike.
Divê însan ji xwe re wext veqetîne.
Divê însan ji hobî û hezkirîyên xwe re wext veqetîne.
Divê însan dest bi rojek nû û jîyanek nû bike.
Bi dilê xwe bijîn.
Wext derbas dibe.
Wext mîna destarê me dihûrê.
Dê tiştek ji me nemîne.
Bi dilê xwe bijîn.
Wext kin e û emir kintir. Rabin ji xewa şêrîn, rabin û berê xwe bidin tavê. Silavekê germ bidin wê û bila ew jî bi tîrêjên xwe bedena germ bike. Rabin û ji mala xwee derkevin derve. Berê xwe bidin xwezayê. Biçek jî be ji nava koma mirovan xwe bidin alî. Di hembêza xwezayê de ji nû ve xwe biwelidînin.
Wext derbas dibe û mîna çem diherike.
Rabin û tamekê ji jîyanê bistînin.
Rabin û kêlîyekê kêfxweş bibin.
Rabin û bi dilê xwe bijîn.
Mafê me yê gazindê nîn e. wextê mayî tim yê me ye. Enerjî û wextê xwe em ji bo çi bixwazin em dikarin xerc bikin. Em çi bixwazin em dikarin wê bikin. Em dikarin li pey Leyla, Zîn, Xecê an jî Şêrînê bikevin. Em dikarin li pey pere, malbat, Xweda, welat û dîn bikevin. Em çi bixwazin dikarin wê bikin û wê bi dest bixin. Bes rabin ji cihê xwe û berê xwe bidin tavê. Tav armanca we ye, tav jîyana we ye. Jîyana we ye. Ne jîyana xwe û ne jî armanca xwe tarî nekin. Tim ronîyê de û tim di bextewarîyê de bijîn.
Ji xew şîyar bin û berê xwe bidin tavê. Silavek germ lê bikin û bihêlin bila tîrêjên wê bedena we germ bike. Bi dilê xwe bijîn û li pey dilê xwe herin.