Li gor Sputnîkê Dîbo di daxuyaniya xwe de gotiye ku balafirên Artêşa Tirkiyeyê îro sibehê navgîneke veguhestina hundirîn a diçe herêma Racoyê(durêyan gundên Birbinê) kiriye armanc û di encamê de 22 welatiyên sivîl birîndar bûne ku 4 ji wan zarok û bêtirî 15 jinan di nav wan de bûne.
Ji aliyê din ve, medyaya nêzîkî YPGê ragihand ku "balafirên Artêşa Tirkiyeyê li navenda herêma Cindirêsê li sivîlan daye".