Hat ragihandin ku şevê din şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û yên Yekîneyên Parastina jin (YPJ) li hemberî noqteya leşkerî çalekiyek li dar xistin.
Li gor çavkaniyên herêmî di çalekiyê de çekdarekî Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) hatiye kuştin û di leşkerên artêşa Tirkiyeyê jî birîndar bûne.
Li gor zanyariyên berdest, şervanên YPG/YPJê şevê din li bajarê Efrînê li hemberî xala kontrol a ASA û TSKê çalekiyek li dar xistin, di encama çalekiyê de çekdarê ASAyê yê bi navê Ebîd El-Ezîz Necar jiyana xwe ji dest da û leşkerên artêşa Tirkiyeyê jî bi giranî birîndar bûne.
(sputnik)