Jibo Iraqeka konfederal

Ednan Bedreddîn

Sedemên ku Iraq di ezmûna avakirina demokrasiyê de şikest gelek in, lê sedemê sereke, bi baweriya min, netêgihştina giringiya bidawîanîna şêweyê rêvebiriya navendî ya, ku ji hezarên salan ve, li vî beşê cîhanê, di nav de jî li Iraqê, serdest e. Gelek kes jibîr dikin, yan jî nizanin, ku "Cîhana Islamî" di heyama bêhtir ji 1400 salî de, ji aliyê çend malbatan ve hatiye birêve birin:Umewî, Ebbasî, Fatimî, Eyûbî, Osmanî, Sefewî û çend malbatên dî ku ne di giringiya yên ku me li jor binav kirin de ne. Ev şêwe desthilat, di komehişê "rojhilatiyan" de, weke "qeder"-ê cihê xwe girtiya

Desthilata navendî ku bi naveroka xwe "autorîter" e demeka gelekî dirêj "rewayiya" xwe ji olê (dîn) wergirtiye, lê piştî hilweşandina  "Xîlafeta Osmanî" di destpêka salên bîstan ji sedsala bihurî de, "kaniyên rewayiyê", herî kêm di nav misilmanên sunnî de, hêdî hêdî ji olê, ber bi idyolojî û siyasetê ve hatin guheztin. Rejîmên ku bi dehên salan, bi "devê tifingê" Misir, Iraq, Sûriye, Lîbiya,Yemen û gelek cihên dî yên welatên misilmanan  birêve birine/dibin, nimunên berçav in di vî warî de.

Li Iraqê misilmanên sunnî nêzîkî 1400 salî desthilatdariya vê coxrafyayê kirine. Dema dewleta Iraqê ya nûdem berî nêzîkî 95 salان hate damezrandin, ingilîzan ku avekerê rasteqîn ê vê pêkhata siyasî ne, rêveberiya welat radestî Haşimiyan kir, yên ku neviyên dûr ên pexemberê islamê ne, û ev yek weke tekezkirinekê bû jibo rûyê "erebî" û "sunnî" yê dewleta taze, herçendî ku erebên sunnî li Iraqê kemtir ji çaryeka şêniya welat in. Rejîmên ku piştî Haşimiyan hatin, bi ser ku xwe weke "sekuler" û "netweperst" pêşkêş dikirin, du aliyê dewletê bi aweyekî mayinde parastin: Navendîbûna desthiatdariyê û serdestiya erebên sunnî tê de.

 Guhertina dramatîk di 2003-an de rûda. Bi hilweşandina rejîma Seddam rê li ber guheztina desthilatê vebû. Amerîkiyan ku serkêşiya "şerê rizgarkirina Iraqê" dikirin, jibo razîkirina Iranê ku bû alîkarê wan di prosesa hilweşandina desthiladariya Bexdayê de, sîstema navendî ya birêvebirina dewletê parastin ku, di praktîkê bi vî awayî wan Iraq li "ser sêniyeka zerîn" radestî şî'îan kir ku zorbeya xelkê welat in, û ev jî bû rêxweşker jibo nûafrandina rejima Seddam bi rûyekî dî, vê carê "şî'î". Ji xwe piraniya aliyên siyasta serokwezîranê Iraqê yê niha Heyder Al- Ebadî kopiyeka "nerm" in ji siyaseta rejîma Seddam re.

 Herçend ku Iraq li gor yasaya xwe ya bingehîn dewleteka federal e, lê "elîta" ereb çi yê kû desthilatdar e, û çi yê ku li derveyî desthilatê ye, heta niha ev rewş nepejirandiya, û wê weke pêvajoyeka katî, yan jî  rewşeka"de facto" dijmêre. Hemû siyaseta "navendê"  li hemberî Kurdistanê di 13 salên dawî de vê boçûna me tekez dike. Weke ku girftên di navbera Hewlêr û Bexdayê de hene, mîna pirsên girêdayî deverên dabirkirî, mûçe ya pêşmerge, yasaya petrolê û gazê ne bes bûn, desthilata Nûrî Al-Malîkî serokwezîranê berê, bi pêngava rawestandina mûçeyên karmendên Kurdistanê ku ji aliyê yasayî ve beşek ji hêza karker ya Iraqê ne, peywendiyên Kurdistanê li gel hukumeta navendî xistin pêvajoyeka gelek krîtîk de. 13 salan piştî têkbirina dîtatoriya Seddam Hisên, li Bexdayê, dise ji encama navendîbûna desthilatê, dikatoriyeka nû serê xwe bilind dike, û bi awayekî ku aramî û jiyana gelê Kurdistanê dixe metirsiyê de.

 Diyar e ku peywendiyên Kurdistanê û Bexdayê nema dikarin bi şêweyê xwe yê niha berdwam bikin. Rêveberiya Kurdistanê pêwîste çareseriyekê mayinde ji vê qeyrana metirsîdar re bibîne û bi baweriya min tênê Iraqeka konfederal çraeseriya herî guncaw e jibo hemû astengên ku ev "welat" rû bi rû dibe.
 Konfederalî dê asoyeka fereh li pêş gelê kurd veke, hem di warê bikaranîna samanên xwe yên netewyî de, û hem jî di warê tekezkirina nasnemya kurd li cîhanê. Konfederalî dê di heman demê de bikeve di berjwendiya hemû gelên Iraqê de, jibo ku ew dê bibe rêgirek li ber hestên netweperest û şoven ku di jiyana siyasî ya vî welatî de serdest in, û sedemên gelek girifte ne .

 Jibo kurdan, tenê Kurdistaneka serbixwe çareseriyeka baştir e, lê pirs di wê de ye, gelo heta çi radeyê reveberiya Herêma Kurdistanê û hêzên wê yên siyasî ji karekî wisa re, ku hîç ne hesan e, amade ne?.