Jimara pêketîyên Koronayê 12 milyon derbas kir

Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johnis Hopkinsê, li seranserê cîhanê 12,720,798 kes bi vîrusa koronayê ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatîye dîtin ku li wî welatî hejmara pêketîyan pirtir ji 3,2 mîlyon e.

Li dû Amerîka bi 1,8 mîlyon pêketîyan Brezîlya, li dû wê jî bi 849 hezar berketîyan Hîndistan tê.

Jiber vîrusa koronayê li Amerîka bi qasî 135 hezar kes jîyanên xwe ji dest dane û li dû wê bi 71,469 mirinan Brezîlya tê.

Ew vîrus di meha berfanbarê de li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû.

Agahîyên Zanîngeha Johnis Hopkinsê nîşan didin ku li Çînê pirtir ji 85 kes bi vîrusa korona ketine û 4.641 kes bi wê mirine.

 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e