Jineke ji Rojhilatê Kurdistanê ferhenga Kurdî ya termên yasayî amade kiriye

.

Mafnasa ji Rojhilatê Kurdistanê Şewbo Xizriyê ferhengeke Kurdî ya termên yasayî amade kiriye ku tê de 6 hezar bêjeyên yasayî yên bi Kurdî hene.

Şewbo Xizriyê ferhenga termên yasayî bi Kurmanciya Jêr (Soranî) amade kiriye û dixwaze bi Kurmanciya Jor jî amade bike.

“Termên yasayî di zimanê Kurdî de kêm in”

Şewbo Xizrî li ser kar û xebatên xwe ji Pêşkêşkara Rûdawê Nalîn Hesenê re axivî û got:

"Min lêkolîn li her çar parçeyên Kurdistanê kirine da ku wekî mafnas, mafparêz û parêzer em karibin destewajeyên yasayî yên Kurdî li dadgehan û di dema parastina ji miwekîlên de xwe bi kar bînin,

Min gelek lêkolîn li ser sûcên dijî mirovahiyê û şer, bi taybetî sûcên DAIŞê yên li hemberî Kurdên Êzidî kirine.

Di wan lêkolînên xwe de ez rastî  pirsgirêkekê hatim ku termên yasayî di zimanê Kurdî de kêm in.

Ji ber vê yekê min biryar da ku dest bi lêkolîneke zimanzaniyê bikim ji bo amadekirina destewajeyên yasayî yên bi Kurdî."

Wê got ku li Rojhilatê Kurdistanê Kurd gelek bêjeyên Farisî, li Başûr û Rojava termên Erebî û li Tirkiyeyê bêjeyên Tirkî li dadgehan û di karên yasayî de bi kar tînin.

Şewboyê da zanîn ku Kurdiya wan bêjeyên biyanî jî heye û heke di hinek rewşan de pêwîst bû Kurd dikarin bêjeyên nû jî çêbikin û li pey çû:

"Ev du sal in ez kar li serê dikim û min 6 hezar peyv amade kirine ku di warên mafên navneteweyî, mafên kargêriyê û mafê bazirganî de ne.

Ferheng ji çend beşan pêk tê, her beşek jî ji 300 heta 600 peyvan pêk tê ku ji Îngilizî bo Kurdiya Kurmancî ya Xwarê (Soranî) hatine amadekirin û ez dixwazim bi Kurmanciya Serî (Kurmancî) jî amade bikim."

Şewbo Xizrî di warê mafnasiyê de doktora kiriye û li Tehrana paytextê Îranê mamosteya zanîngehê ye.

Ew ji bajarê Serdeştê ya Rojhilatê Kurdistanê ye û ev çend sal in ku li Îran û Rojhilatê Kurdistanê li ser mijarên taybet ên mafên mirovan dixebite.

Kurdistan Haberleri

Li Brûkselê semînereke danasîna PWKyê û rojeva sîyasî ya Kurdistanê!
2 Kurdên Êzidî yên ku ji aliyê DAIŞê hatibûn revandin vegeriyan Başûrê Kurdistanê
Serokkomariya Sûriyeyê li ser Konferansa Neteweyî ya Rojavayê Kurdistanê daxuyanî da
MÊRDÎN - 50 saliya nivîskariya Berken Bereh hat pîrozkirin
Metran Beşar Werde: Beşdariya Nêçîrvan Barzanî ya li Romayê şanazî ye ji bo Xiristiyanên Kurdistanê