Kampaniya ala Kurdistanê li Efrînê (video)

Rêveberiya bi ser PYD ve rê nade ala Kurdistanê bê bilind kirin

 

Di girteyeka videoyî de ku Basnewsê weşandiye, komek welatî ala Kurdistanê li siwarên otombîlan li ser rêyeka sereke li herêma Efrînê belav dikin.

Li gor zaniyariyên berdest, komek ji welatiyên herêma Efrînê kampaniyek jibo belav kirina "Ala Rengîn" li ser xelkê destpekirye mîna bersivekê ji daxistina ala Kurdistanê ji aliyê çekdarên PYD ve di merasîmên bixaksipartina hunermendê kurdê navdar Abdulrehman Omer ku bêhtir weke Bavê selah dihate naskirin.

Rêveberiya bi ser PYD ve rê nade ala Kurdistanê bê bilind kirin û dibêje ku ew tenê ala herêma Kurdistana Iraqê ye.  

Hejayî gotinê ye ku dewleta tirk û dezgehên wê yên ragehandinê jibo yekemîn car ala Kurdistanê mîna "ala bakurê Iraqê" bi nav kirine.

Video:  http://basnews.com/index.php/ar/news/kurdistan/287652

 

Rojhilta Navîn Haberleri

Gera yekem a hevdîtinên Amerîka û Îranê bî dawî bû
Serok Barzanî û Mezlûm Ebdî bi telefonê axivîn: Naverok eşkere bû!
Fransayê kuştina Elewîyên Sûriyê şermezar kir û banga lêkolîneke bêalî kir
Îsraîl: Colanî maskeyê xwe avet, terorîstekî Qaîdeyê ye
SOHR: Di şerê navbera Şamê û Lazkiyê de 311 kes hatin kuştin, belkî jî 524 kes