Kampanyaya vaksînkirina li dijî kolerayê dest pê kir

.

Erdhejê rewşa tendirustî ya navçeyên bakurê Rojavayê Sûriyê xirabtir kiriye, ziyan gihîştiye torên ava vexwarinê, ji ber wê yekê jî xelk ditirsin ku nexweşiya Kolêrayê belav bibe ji ber wê yekê jî ji duh ve kampeyna vaksînkirina li dijî kolêra dest pê kiriye.

Berpirsê kampanyayê dibêje, vaksîn ji aliyê Rêxistina Tendirustiya Cîhanî ve hatiye pêşkêşkirin, kesên temenê wan ji 1 salî zêdtir be têne vaksînkirin.

Li bajarokê Mierret Misrîn ê ser bi parêzgeha Idliba bakurê rojavayê Sûriyê, kampeyna vaksînkirinê li dijê nexweşiya kolêrayê hatiye destpêkirin.

Ji 07ê Adarê ve, kampeyna vaksînkirinê li dijî kolêrayê hatiye destpêkirin û berdewam e.

Ji bo vê mebestê jî, tîmên tendirustiyê li nav kampên koçberan li wan navçeyên li jêr kontrola grûpên çekdar ên opozsiyona Sûriyê, digerin.

Serpereştiyarê Kampanyaya vaksînkirinê li dijî kolêrayê Mierret Misrîn li Idlib Zahir Bekkûr anî ziman, “Kampeyna vaksînkirina li dijî kolêrayê, li navçeya Mierret Misrîn destpê kiriye, tê de nişteciyên temen yeksalî û bêhtir têne armanckirin,. Kampeyn deverên ku ji aliyê tendirustî ve xirab in, û kampên li Mierret Misrîn in, em hêvî dikin xelk bi me re alîkar bin ji bo veksînkirina wan, ew vaksîn ewle û aktîv e herwiha ji aliyê Tendiryustiya Cîhanî ve rê pê hatiye dan.”

Ji bo rêgirîkirinê li ber belavbûna kolêrayê ku ji Îlona sala 2022an ve li wan navçeyan derketiye, tîmên veksînkirina li dijî wê nexweşiyê kar dikin û digerin.

Serokê Kampanyaya li dijî Kolêrayê li Idlibê Rifet Ferehat got, “Navçeyên Mierret Misrîn, Dana, Sermeda û Etmê li xwe digire. Vê dawiyê bajarê Harim û derdorê jî li xwe girtin ji bo ziyandîtiyên ji erdhejê, herwiha ji ber ku ew bûne navçeyên ku tirs li ser wan heye.”

Li gorî zanyariyên saziyên tendirustiyê li Idlibê, ku derdora 4 milyon nişteciyî lê dijîn, li wan navçeyên li jêr destê opozsiyona Sûriyê, 56 keysên cihê gumanê hene, ku xwediyên wan tûşî kolêrayê bûne. Serbarî 26 keysên canjidestdanê ji ber wê nexweşiyê.

Wezareta Tendirustiyê ya Sûriyê û Neteweyên Yekbûyî dibînin ku sedema sereke ji wê nexweşiyê re, vedigerîne vexwarina ava nepak, û bikaranîna ava gemar di avdaniya berhemên çandiniyê de, herwiha  vexwarina ava bîrên gemar ku nêzîkî cihên avrêjinê ne.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Edebiyat û reşbînî
Ji bo Hevşaredara Dêrsimê biryara desteserkirinê hat dayîn
Ciwanekî Kurd ê Êzidî ji destê DAIŞê hat rizgarkirin
AK Partî: Di destûra nû de mafê zimanê dayikê û efûya giştî tune ye
'Hewlêr û Bexdayê li hev kirine, hinardeya petrolê di nêz de dest pê dike'