Kampeke Efrînê bi mûşekan hat armanckirin: 1 Kuştî û 8 birîndar

.

Di encama mûşekbarana li ser kampeke Efrînê de, kesek hat kuştin û 8 kesên din birîndar bûn.

Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan belav kir, kampa Kuweyt Rehmê li gundewarê Efrînê bi mûşekan hat armanc kirin û di encamê de kesek hat kuştin û 8 kes birîndar bûn ku di nav wan de zarok hene.

Li gorî Rewangehê, mûşek ji navçeyên bakurê Helebê yên di bin desthilata rêjîma Sûriyê û HSDê ve hatin avêtin.

Kampa Kuweyt Rehmê li nêzîkî gundê Tirindê ye û erebên ku ji navçeyên cuda yên Sûriyê hatine Efrînê, lê hatine bicihkirin.

Di çarçoveya proseya guhartina demografiya Efrînê de, dora 20 kamp û komelgehên niştecîbûnê ji bo bicihkirina malbatên çekaran û ereban li Efrînê hatine avakirin. Ev komelgeh bi rêya rêxistina (AFAD) ya Tirkî û bi piştevaniya darayî ya Qeter û Kuweytê û rêxistinên Filistînî hatine avakirin.

(K24)

Kurdistan Haberleri

Sitêrek ji Hunera Kurdî ji nav me barkir! Hunermend Remezanê Omerî jiyana xwe ji dest da!
Hejmara (25) a Kovara Şermola Derket
Hemû deynên Sûriyeyê hatin dayîn
Rejîma Îranê hunermendekî Kurd girt û 2 kolberên Kurd jî birîndar kir
Efrîn | 6 çekdarên Tirkiyê piştevaniya wan dike hatin kuştin û birîndarkirin