Kanada: Em amade ne destekê bidin hilbijartina parlementoya Kurdistanê

.

Balyoza Kanadayê ya li Iraqê Kathy Bunka ragihand ku ciyê dilxweşiyê ye biryara hilbijartina parlementoya Kurdistanê ji bo meha Cotmehê dane. Bunka got; eger bixwazin ew amade ne ji bo kirina hilbijartinê alîkariyê bikin. Bunka ragihand:

“Kanada û gelek hevkarên me bi biryara kirina hilbijartinê dilxweşin. Em bi germahî hilbijartinê dixwazin û ji wan re serkeftinê dixwazin. Em bi wan erkdaran bawerin ku di kirina hilbijartinê de wê hilbijartinekî azad û adil bikin.”

Berdevkê serokatiya Herêma kurdistanê Dilşad Şehab do li Erbîlê ragihandibû ku roja hilbijartina parlementoya Kurdistanê di 20ê Cotmeha 2024an de ye û serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî rojê destnîşan kiriye û biryarnamê îmze kiriye.

Kurdistan Haberleri

Serokê PWKyê Mustafa Ozçelîk Konferansa Li Rojavayê Kurdistanê Dinirxîne
Waltz û cîgirê xwe dest ji karê xwe berdidin
Mesrefên leşkerî li seranserê cîhanê gihîştin asta herî bilind a 36 salan
Parêzagariya Stenbolê: 384 kes di çalakiyên 1ê Gulanê de hatin desteserkirin
Akademîsyen Azad Elî: Beşeke Durziyan Kurd in