Kanadayê biryara rawestandina firotina çekan bo Tirkiyê da

Ji ber şerê di navbera Azerbaycan û Ermenîstanê de, Kanadayê biryara rawestandina firotina çekan bo Tirkiyê da.

Li gor Wezîrê Derve yê Kanada François-Philippe Champagne diyar kir, tê gotin Tirkiye çek û teknolojiya serbazî ya ku ji me dikire, dide Azerbaycanê û ew jî di şerê Qerebaxê de bi kar tîne. Ji ber wê me hinartina wan çek û teknolojiya serbazî bo Tirkiyê da sekinandin.

Tirkiye teknolojiyên Kanadayê taybet li ser balafirên bê balafirvan bikar tîne.

Wezareta Derve ya Tirkiyê, li hember wê yekê nerazîbûn nîşan da û bi daxuyaniyekê şermezar kir û da zanîn, Kanada bi vê yekê di şerê Ermenistan û Azerbaycanê de alîgiriya Ermenîstanê dike.

Tirkiyê destnîşan kir: ‘‘Bi sedema Tirkiye piştevaniya doza rewa ya Azerbaycanê dike, 30 sal in e axa wê hatiye dagîrkirin, Hikûmeta Kanadayê biryara rawestandina hinardekirina çek û teknolojiya serbazî bo Tirkiyê daye, ku ew yek “durûtiya siyasî” ye.’’

Di daxuyaniyê de herwiha tê gotin, “Demek e Kanada berdewam e li ser dana çek û teknolojiya serbazî bi welatên ku xelkê sivîl li Yemenê dikujin û raportên Netewên Yekgirtî di vê bareyê de aşkere ne, ku îsbat dike, ji ber wan çek û keresteyên serbazî, li Yemenê trajedî çêbûye, lê belê em dibînin ku Kanada siyaseteke du alî dike û biryara rawestandina çek û teknolojiya serbazî bo endamekî NATO dike.”

 

 

Cîhan Haberleri

Rojnameya herî kevn a cîhanê çapa xwe ya kaxezê radiwestîne
Xelata Aştiyê ya Nobelî dane mafparêzên ji Belarûs, Rûsya û Ûkraynayê
Xelata Wêjeyê ya Nobelî dane Annie Ernauxê
Nikolay GOGOL Nivîskarekî Ukraynayî an Rûsî ye?
Muzîkjen Mikis Theodorakisî koça dawî kiriye