Kanî Xulam 'Meşa Azadiyê' qedand

.

Çalakvanê Kurd Kanî Xulam meşa bi navê “Meşa ji bo rûmet û azadiyê” ya ji bo şermezarkirina Peymana Lozanê li Amerîkayê dabû destpêkirin temam kir.

Rêveberê Tora Zanyarî ya Kurdî ya Amerîkayê (American Kurdish Information Network) Kanî Xulam meşa xwe ya bi boneya 100 saliya Peymana Lozanê ji Washingtonê ber bi Navenda Netewên Yekbûyî ya New Yorkê ve dabû destpêkirin duh qedand.

Kanî Xulam li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek belav kir û tê de got:

“Îro 24emîn roja Meşa Azadiyê ye. Ez niha li ber Neteweyên Yekbûyî me. Armanca min ew bû ku tezekê pêşkêşî Neteweyên Yekbûyî bikim. Ev tez derbarê rêzgirtin û qebûlkirina mafên gelê Kurd bû. Piştre me ev plan guhert, kursiyek lê zêde kir. Bi nîşana kursiyê windakirina Kurdan li Neteweyên Yekbûyî.”

Xulam diyar kir ku di rêwîtiya xwe ya 24 rojî de gelek peyamên piştevaniya wergirtine û wiha pê de çû: “Ji Kafkasyayê bigire heta Başûrê Kurdistanê, Rojava û ji Rojhilatê Kurdistanê heta Rojava û Bakurê Kurdistanê. Bextewariya wan daye min têra heta ku bijîm dike û zêdeye jî.”

Gelek aktîvîstên Amerîkî, dostên Kurdan û Kurdên li dîasporayê jî piştgirî dan meşa 530 kîlometreyî ya Kanî Xulam.

Beriya destpêkirina meşa xwe Kanî Xulam ji Rêveberê Ofîsa Rûdawê ya li Washingtonê Diyar Kurde re gotibû: “Sed sal berê bi peymana Lozanê neheqiyeke mezin, xeletiyeke mezin li ser gelê Kurd, li ser Kurdistanê hat kirin. Îro sed sal derbas bûye. Ez vê xelet dibînim û ez li dijî vê peymanê bi rê ve diçim. Ez dixwazim meseleya Kurd û Kurdistanê bê ziman. Amerîkî bila meseleya Kurdan nas bikin û piştgiriya Kurdan bikin.”

Peymana Lozanê

Peymana Lozanê 24ê Tîrmeha 1923an li bajarê Lozanê yê Swîsreyê ji aliyê welatên weke Brîtanya, Fransa, Tirkiye, Yûnan, Japan, Romanya, Kirwatya, Slovenya û Sirbistanê ve hatiye îmzekirin.

Peymana Lozanê ku yek ji peymanên dîrokî ye, ji ber berjewendiyên çend dewlet û hêzên cîhanê li gorî wê peymanê erdnigariya Kurdistan di navbera Tirkiye, Îran, Sûriye û Iraqê de hat perçekirin.

Ji ber ku Peymana Lozanê hat îmzekirin û kete meriyetê, Peymana Sêvrê ku avabûna dewleta Kurdistanê dihate pêşbînîkirin, derbasdariya xwe winda kir.

“Behsa avakirina Kurdistanê û sînorên wê hat kirin”

Damezrandina Kurdistanê û sînorên wê di xalên 62, 63 û 64an de, ku di beşa sêyem a peymana Sevrê ya ku di sala 1920-an de hat îmzekirin, bi zelalî bi navê Kurdistanê hatibû behskirin.

Kurdistan Haberleri

Hemû helbestên Berken Bereh di Botannameyê de çap bûn
Piştî tayînkirina qeyûman kolanên Dêrsimê bûn qada şer: ‘Dagirkerî ye’
Doza kuştina Şerzan Kurt: Biryareke nû hat dayîn
Miles Caggins: Çend gav ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê hatine avêtin
JAPONYA - Dadgeha Saitamayê xwepêşandana li dijî Kurdan qedexe kir