KANÎ:
Ez av im, ez destpêk im. Ez berî darmaziyan, giya û kulîlkan hebûm. Ez berî giyaxuran hebûm. Ez berî firinde û rêwiyan hebûm. Ez berî mozên beş, mêşên hingiv û çûkan hebûm.
Ez berî xemgînî û dilxweşiyê hebûm. Ez berî girî û kenê hebûm. Ez berî stran, lîstik û reqsê hebûm. Ez berî êş, azar û kabûsê li rûyê dunyayê hebûm. Ez berî cinsê mirovan hebûm.
Li bin erdê, di nav tarî û kûrahiya dunyayê de, xuşîna rehên min e; ku kes pê nizane. Lê li vir, li quntarê gir, ez li rûyê erdê diherikim, ez li vir serê darmaziyan di nav xwe de diteyisînim û şahidê hatin û çûna nesilên mirovan im.
Ez çavkanî me, kanî me, ez destpêk im.
DEM I
Ez, Anders Eriksson, sazbendê kal:
Ez êvara şeva nîvê havînê li ser Girêmazî li ribabê dixim; gundiyan dîrekek li wir çikandiye û şeva xwe li wir dibihurînin. Cihê min di qurmê darmaziya kevnar de ye; ji bo muzîsyen li wir textebendeke mîxkirî danîne. Ez li vir tevî ribaba xwe, di hundir qurmê dara kevnar de rûdinim û ji bo reqisa ciwanan li ribabê dixim.
Zêdeyî çil salî ye ku li ser Girêmazî min şeva nîvê havînê li kemanê daye. Di xortaniya xwe de min xwe giran dikir, gava ji min re digotin were li kemanê bide. Wê gavê ez take muzîsyen bûm; kesekî din tune bû ku ew jê re bêjin. Niha ji ber edetê bi tenê şeva nivê havînê ji min re dibêjin were. Hin muzîsyenên din jî çêbûne ku li instrûmentên cuda dixin. Niha dem dema akordeon e. Êdî dîkê malê, ne bi tenê keman e. Kemana min pîr e, stranên min kevin in, ez bi xwe kal bûme: Salên min bi ser şêstî ketin. Muzîsyenên ciwantir hene. Niha bi tenê ji bo bêhnvedana xortekî, muzisyenê akordeonê, gazî min dikin. Salê carekê, dema nîvê havînê, bi xemgînî guh didin kemanê. Ez nema xwe giran dikim, niha ew ne mecbûrî min in. Min bi kêlekê de dehf dane; û êdî ez ne bi tenê li qurmê darmazî li ser taca muzîsyenan rûdinim.
Li vir, li ser Girêmazî, ji zû de em şeva şahîneta nîvê havînê pîroz dikin, ji kengê ve ye nema tê bîra kesî. Li van derûdoran ji bo şahî ji vî girî çêtir cih nîne. Erdekî xurt û bi dar û ber e; hemî tewir giya û kulîlk hene; li hawirdor darmaziyên kevnar bilind dibin; ev dar di temamê jiyana min de hima bêje wekî xwe mane. Ew xwe tev nadin, bi sebir in, hêdî hêdî mezin dibin û hêdî hêdî ji hev dikevin; hîn gava em zarok bûn, me vaşartok dilîst û ez diketim nav qurmê darê, li wir, îşev, piştî pêncî salî, ez rûniştime û li kemanê didim: Jiyana darmazî weha ye. Û li vir di navbera darmaziyên mezin de, li ser gir, erd mîna bêderekî ye; Xwedê ji bo piyên govendgiran welê rast çêkiriye. Li jêra gir, kaniyek di nav mêrgê de diherike; gava mirov ji ber reqisê xweydan bide û biweste, li wir mirov kare avê vexwe. Dema ez li kemanê nadim û insan di bêhneke kurt de bê deng dimînin, ez dengê xuşîna wê dibihîzim.
Lê ez radihêjim kemana xwe û bi kêfxweşî diçim warên din yên şahiyan. Li vir, li ser vî Girêmazî tu carî hîsa lêxistina kemanê ya ji dil bi min re çênebûye. Min li rex rêveqetekan, li qilûbeyan, li xicîkan û rasteyên govendan, li ribabê daye; û min ji dil û can lêdaye. Lê li vir, li nav vê çayîr û çîmena me, destên min giran û têlên ribabê sert û bê dilê xwe ne. Dibe ku xeyal be: ez gelek caran bi ser xeyalên xwe ve diçim û têm xapandin. Der heqê vê deverê de zanîna min pir e. Ez bi rastiya vî erdî zanim; cihê ku îşev ciwan li wir direqisin. Ez bi sirra vî girî, Girêmazî, zanim.
Ya ku ji roj û salên berê wêneyan li ber çavên min radixe, xeyal e. Yên ciwan bi tiştekî nizanin; an jî naxwazin zanibin; guh nadin bûyer û çîrokên berê, yên ku bi sedan sal berê qewimîne. Xuyaye zanîna min ya der heqê vî cihî de bê şêrîk e.
Digel ku ez bi sirra gir zanim jî, ez her sal têm vir û dema şahiyê li ribabê didim. Niha, hew carek tenê ji min re dibêjin were lêbide. Ev rastiya tehl û tûj e. Temamê salê hew vê carê min destûr heye ku ez ji bo reqisê li kemanê bidim. Ez naxwazim vî tiştî li xwe mikur bêm; lê rewşa sazbendê kal, Anders Eriksson, ev e.
Berê ez yekî bi nav û deng bûm û guhdar bi dil û can li ber ribaba min direqisîn. Aheng û teqla kemana min nas bû. Rast e, min gelek stranên reqisê nînin: Sê vals, çar polka, sê hambon, schotisek û polkamazurkayek. Lê ez şarezayê wan im; ez welê serketî bûm ku min karîbû di xewa xwe de ev stran lêbidana. Gava ez hîn zarok bûm, hînî wan bûbûm; bi wext re ez hîn bêtir û qenctir hîn bûm; kêfa min ji wan re dihat. Bi vî awayî min qîma xwe bi wan anî û min stranên din, yên nuh, sehîtî nekirin. Ji xwe stranên min têra reqisa êvarekê dikirin: Piştî ku min ew donzdeh stran lêdidan, gelek wext ji şevê diçû; paşê min ji nû ve ribaba xwe tekûz dikir û ji serî de bi rêkûpêk min dest bi stranan dikir. Û ev stranên ku min bi hezaran caran min ji bo bi hezaran cotên reqisê, di xortanê û navsereyiya xwe de lêdane û niha di destpêka kalbûna xwe de ez cardin lêdidim; ji xwe ji ber vê yekê navê min li qaîdeyan kirine: Valsa Anders, polka Anders û hamboya Anders. Stranên nas in. Lê niha hew di şeva nîvê havînê de li ber van qaîdeyan direqisin. Sazbendên ciwan rabûne.
Lê carinan diqewime ku ez stranan hew ji bo xwe lêdidim. Dema ez li qilûbeya xwe ya piçûk bi tenê bim; û pirî caran jî eger min lîtreyek votqa anîbe mal, ev tişt rû dide. Heçî hima ez karibim votqayê bi dest bixînim ez tînîm malê. Wê gavê ne ji bo hinên din, hew ji bo xwe li kemanê didim.
Havîn e, derûdor di bin keskahiyê de ye; bêhna mirov vedibe; li van deveran êvaran dunya ronî ye. Di vê hungura şevê û di nav vê keskahiyê de; ferqa di navbera xortanî û kalbûnê de ji ber çavan winda dibe. Ji lewre ez dipirsim, gelo temen çî ye. Ez meraq dikim ka sal çi ne; salên min yên ku bihurîn; û ez meraq dikim ka salên min yên ku bên li ku ne. Ji pelên daran yên bi şaxan ve û ji roniyê re ya ku ji asîman dibiriqe, sal nînin. Ji lodên giya re, ji giyayê rêsî yê par, pêrar û salên berê re mahneya salan nîne. Kaniya ku li ewraz di besta xwe ya tebiî de bi xuşîn diherike û timî bi xuşîn herikiye... ji ava wê re temen nîne.
Li vir, di şeveke havînê de ku bê temen e, şeva nîvê havînê ya abadîn, di zikê qurmê darê de li ser textebendê mixkirî rûniştime û li kemanê didim. Û ez ji xwe dipirsim, gelo çi qasî ye ku ez li vir rûniştime, ji xwe dipirsim, gelo ne bi ser çil şevên nîvê havînê ketin, gelo min bi qasî kaniya ku li jêr bi lorîn di besta xwe de herikiye lê nedaye.
Ji cihê xwe, ji nav qurmê darê, hawirdor ji min xweş dixuye. Şiverê di nav zeviyên kesk re ber bi jora gir hildikişe; keç û xortên direngmayî di nav şilêlê bilind û cehê kurt re dimeşin, tên. Di nîvê havînê de şilêlê payîzê diseride. Ji simbilên wî bêhna şehweta jinên têrbûyî difûre; serî li mêran gêj dike. Şeva nîvê havînê nan lê didin: Nanê germ ji bo tenûran. Îşev bêhn ji şilê difûre.
Ez meqama min ya kevin, valsa sivik lêdidim. Ji bo mirov karibe li ber vê bireqise divê çokên mirov nerm û xurt bin. Ji bo laşê kal û pîran dest nade; ev meqam ne ji bo zilamên wekî min e. Lê di xortaniya xwe de ez govendgirekî jîr bûm; qet nebe keçikan digot tu xweş direqisî. Guhên sazbendan ji bo teqilê minasibe e; mîna ku mirov bêje du caran du dike çar; lê nayê wê mahneyê ku hemî sazbend ji bo reqisê hêgin in. Ez gelek sazbendan dinasim ku qet nikarin bireqisin û nikarin hîn jî bibin.
Piştî valsa sivik ez dixwazim qurtek mey vexwim. Li bêrîkên xwe li şûşeya votqayê digerim; şûşe ji bavê min ji min re maye. Li ser şûşeyê wêneyê kulîlkekê heye; li bin wê çend gotin xuya dibin: N o ş, b i r a y ê m i n! Ev çend gotinên xweş, gotinên dostaniyê li ser şûşeyê,: Bi mirov re hîsekê divejînin; hîsa ku mirov ne bi tena serê xwe vedixwe. Ev ji bo min gotinên dilxweşî û bixêrhatinê ne; ez ê ku hima bêje timî mecbûr im ku bi tena serê xwe vexwim; bi kêmasî di van salên dawî de. Gava ez devê şûşeyê vedikim, mîna ku ez bibînim bavê min devê xwe yê bi gijerîh, piştî qurta eraqê bi milçîn vedike; ew dengê dilxweşiyê. Gava ez li qilûbeya xwe qurtek eraqê vedixwim, ez ji xwe re xeyal dikim; yên ku berî wî jiyane û dibe ku ji vê şûşeyê vexwarine, ew jî li ba min in. Bi dirêjahiya salan min alîkarê ji ya hundirê şûşeyê dîtiye; lê ew her sê gotinên li ser şûşeyê jî bûne sebira dilê min.
Ez şûşeyê çend caran dibim ber devê xwe û silavê li hemî kesan dikim, yên ku berî min jê vexwarine: Noş, birayê min!
Îşev ji bo şahiyê şûşeya min tije kirine: Votqa heqê sazbendiya min e.
Ez midetekê bi akorda ribabê ve mijûl dibim. Ahenga têlan ne tekûz e; mîna ku ez wan nenasim. Fena ku bixwazin ahenga xwe bi xwe saz bikin. Dibe ku ji ber nema şevê be.
Niha ez ê wê meqamê lê bidim ya ku di xortaniya xwe de min pê nav û deng da, polkaBokevara. Min navê gundekî lê kiriye, cihê ku min cara ewil li qilûbeyeke lîstikê ew bihîst. Ji bo di bîra min de bimîne, di vegera ber bi malê de bê westan min li ser rê ew meqam fîkand; welê ku bêhn li min çikiya, sîng li min teng bû. Gava ez gihiştim malê, berî ku ez wê bi ribabê lê nedim, ez nikarîbûm herim razêm. Min tu mîsqalek jî ji bîr nekiribû, bi temamî di hişê min de bû. Bi lêdana kemanê re min yên li malê hemî şiyar kirin. Bavo rabû, qêriya, gef li min xwendin. Bavo yekî welê bû ku ji muzîkê diêşiya, te divê bila akordeon, keman, gîtar, pîano be, digot mîna ku wî bidin ber kêran. Lê berê di nav merivên min de sazbend hebûne; min bihîstiye ku ribabeke yekî ji wan hebûye. Di vê hungura sibehê de, niha ez ji bilî polkaya nuh ji bo her tiştê din mirî bûm. Havîn bû, rojê dida hundir û bi ronahiya xwe erdê qirêj yê odeya min zer dikir; berî ku ez meqama nuh zanibim. Di dawiyê de bavo hat hundir û çend sîleyên baş li min dan; argûşk li min sincirandin û heta çend rojan jî zimînî ji guhên min dihat. Lê wê gavê êdî min karîbû wê meqamê lêbidim, li tu derekê ez asê ne dibûm, ji serî heta bi dawiyê min karîbû. Piştre ez bi dilxweşî çûm nav nivînan. Wê sibehê ez pir kêfxweş bûm, sibeheke welê bextewar nayê bîra min. Piştî şîmaqên bavo, dengê stran û zimînî ji guhên min dihat lê di hişê min de jî stran dihate gotin, straneke din.
Bokevarapolka, erê, ev meqam kare keviran rake reqisê. Bi vê polkayê, ez bawer im kemana min karibû skeletekê rake ser piyan; an jî kêmasî bilivîne. Li ber vê meqamê canê mirov hev dixwe; mîna ku mirov bi qamçî lê bide. Bi tekrara pêşî re teqla meqamê diguhere; halan pêdikeve: Ha! Ha! Wê gavê kal û pîrên ku li ber dîwaran rûniştine û li govendê dinêrin, ew jî piyên xwe dilivînin: pêçiyên wan radibin û dadikevin, piyên xwe li erdê didin. Tu mexlûqekî Xwedê nikare xwe li ber vê meqamê bê liv ragire. Vê meqamê, Bokevarapolka, vê kemanê gelek keç û xortên xurt, gelek cotên govendgiran ji taqet xistine û di nav xweydanê de hiştine. Piştre cotê reqasan çûne derve da ku piçekî bêhna xwe berdin, hênik bibin; û belkî hinekî hev miz bidin. Dibe ku paşê cemidîne û serma girtine; hin ji wan bi zatûreyê ketine. Ribaba min û Bokevarapolka miheqeq bûne sebebê mirina xort an keçeke ciwan. Ev jî parçeyek ji meqama dansê ye; ecêbiya jiyana me ye. Belê, ev polka xweş e, rind e.
Bi ratsî, gava ez meqama Bokevarapolka bi dawî tînim û kemanê ji bin çeneya xwe datînim, ji eniya min dilopên xweydanê danakevin. Têlên ribabê mideteke baş lerza xwe didomînin; digel ku kevan li wan nakeve jî. Lê ew her dilerizin, mîna ku ji dansa govendgiran ya li dora dîrekê westiyabin. Ev instrûmenta min e ku gelek cot li mêrga jêr li nav giyayê li ber doş bûne. Ciwanên nuhrabûyî, hinekî guh dane kemana min ya kevin û rêz lê girtine.
Ez çend qurtên din ji şûşeyê vedxwim. Min votqaya xwe ya şeva nîvê havînê vexwariye; ya ku ez niha vedixwim heqê kemana min, muzîsyeniya min e. Noş, birayê min!
Ez mezinê pênc bira û xwîşkan bûm; lê bala min ne li ser cotkariyê bû; ji lewre birayên min yên piçûk zevî di nav xwe de parve kirin. Min ji xwe re qilûbeyek di nav erdê me de li cihekî herî bejî û bê kêr ava kir. Ji wê rojê ve ez li wê mame û bi tiştên cuda mijûl bûme. Li gund ez alîkariya kesên din dikim. Min cotek destên bikêrhatî û minasib ji bo vî karî hene. Ji milkê dê û bav para min jî hebû; ez ne birçî mame ne jî li derve. Û gava pere ketine destê min, min ji xwe re lîtreyek votqa kiriye.
Min guh nedaye jiyanê, ez ne yekî xemxur bûm, lê cardin jî kal bûme. Niha ez şêst û sê salî me; min piyê xwe ji deriyê kalîtiyê avêtiye hundir. Lê salên min ji dehan yekê dara mazî ne; dara ku ez li qurmê wê li kemanê didim. Qurmê darê hêdî hêdî dirize, lê piştî mirin û rizîna min ya li bin axê hîn jî dê qurmê wê biterize û ajên nuh der bên. Salên min niha mîna çend bîstikan tên bîra min; ku bi lez û bez bihurîn; gava min ji dil û can hewl dida ku bimînin. Salên zaroktiya min dirêj bûn, bê dawî bûn; lê niha berî ku dest pê bikin, ez hew dibînim bihurîne. Her roja sersala nuh ji xwe dipirsim, gelo ev sala hungura sala min ya dawî ye.
Û ez, sazbendê kal, yê li ber dikeve ku salê carekê li ser vî Girmazî li kemanê dide; her nîvê havînê ji xwe dipirse gelo ev cara dawî ye, ez lê didim.
Êvar, tariya xwe ya keskereş, li hawirdora me dipêçe. Lê ji jor ronahî dadikeve. Û li ser gir, cihê bilind dîreka xemlê heye.
Dîreka bi gul û kulîlkan xemilandî, ber bi hungura şevê, çengên xwe rakirine û li ber xwe dide. Bi her çengekî ve tacek ji kulîlkan çêkirî daliqandiye. Li jora dîrekê gurzek şaxên dara bî danîne ku dişibe kumikê dîkekî. Berê li jora dîrekê ji ka û sap çêkirî dîkek datanîn û hewl didan ku bi kevirên hûr lê bidin. Û jinan, yên stewr dîreka xemilandî hembêz dikir. Ma feydeya wê çi bû? Û ji bo çi dîkek ji ka li jor bû?
Dîreka me mîna dêwekî li ser gir bilind dibe; li jora serê me, di destên wî de kulîlk, her du çengên xwe bi kêlekê de radike. Li cihê herî berz e û mêvanê herî qedirbilind yê şahiya me ye....
Niviskar: Vilhelm Moberg
Werger: Serdar Roşan
20/06/2019