Kantona Cizîrê: 309 kesayîyet federasyonê minaqeşe kirin!

Di civînê de 309 kesayetên civakî û rûsipiyên êl û nûnerên ji pêkhateyên cuda yên Kantona Cizîrê bêşdar bûn.

Li gor ANHAyê 309 kesayetên niştimanî, civakî, rûspiyên eşîran ên ji herêmên cuda yên Kantona Cizîrê, li hev civiyan û li ser ragihadina Federaliya Rojava – Bakurê Sûriyeyê û geşedanên li herêmê axivîn.

Civîna bi pêşengiya Buroya Têkliyên Giştî ya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV- DEM) ya Kantona Cizîrê li salona Beylesan a li başûrê bajarê Amûdê hat lidarxistin. Di civînê de 309 kesayetên civakî û rûsipiyên êl û nûnerên ji pêkhateyên cuda yên Kantona Cizîrê bêşdar bûn.

Di civînê de rûsipî û nûnerên van herêman amede bûn: Herêma Tirbespiyê, Herêma Girkê Legê, Herêma Til Temir, Herêma Serêkaniyê, Herêma Hesekê, Şedadê, Hol û Til Berek, Herêma Derbesiyê, û Herêma Qamişlo.

Herweha nûnerên Dêrên Xiristyanan ên Suryanan, Kildan û Asûriyan û Nûnerê Ermenên  Otodoks      ên li Cizîrê û Firatê Entranîk û hejmarek keşe jî hazir bûn. 

Rojhilta Navîn Haberleri

Gera yekem a hevdîtinên Amerîka û Îranê bî dawî bû
Serok Barzanî û Mezlûm Ebdî bi telefonê axivîn: Naverok eşkere bû!
Fransayê kuştina Elewîyên Sûriyê şermezar kir û banga lêkolîneke bêalî kir
Îsraîl: Colanî maskeyê xwe avet, terorîstekî Qaîdeyê ye
SOHR: Di şerê navbera Şamê û Lazkiyê de 311 kes hatin kuştin, belkî jî 524 kes