Karesat û Şahîya Newrozê

.

Îro 20.03.2022 li bajarê Kopenhagin a paytexta Danîmarkayê ji alîyê Federasyona Komelên Kurdî/Danîmarka ve du çalakîyên cûda hat pêkhanînê.

Çalakîya pêşî, di derbarê jenosayt/komkujîyên sed salên dawîyê ku li beramber Kurdistanê hatine kirinê panelekî pêk hat. Panel piştê kurte axaftina serokê Federsayona Komelên Kurdî li Danîmarka  Adnan Axacan ve li gel sirûda neteweyî hat vekirinê. Adnan Axacan piştê bixêrhatina beşdaran, li ser karesatên Enfal û Helebçeyê rawestîya û behsa karesatên ku li Başûrê Kurdistanê pêkhatine kir.

Panelîst heryek jiwana, Yilmaz Yildiz bi giştê li ser karesatên ku beramber Êzidîyan hatine kirinê bi kurte vîdeoyekî wêneyên karestan axifî.

Piştê wî Mîrza Akar bi kurtî behsa têgeha jenosayt/komelkujîyê kir û dû wî re behsa karesatên ku li Bakûrê Kurdistanê ji 1915 heta îro qewimîne kir. Paşinê Ehmed Rehmanî  bi kurtî behsa karesatên li Rojhelatê Kurdiatanê kir. Ehmed Rehmanî di axaftina xwe de bi taybetî li herêma Senendaj a ku di 1978 de ji alîyê Sedam Hisên ve hatibû kîmyabaran kirinê kir. Dû wî re Şukrî Eljojo behsa karesatên ku li Efrînê pêkhatine kir.

Çalakîya duhem vêxistina agirê Newrozê û şahîya Newrozê bû. 

Êvara 20.03.2022 ku Êvara newrozê ye. Wek li Kurdistanê û hemî derên cîhanê ku kurd lê dijîn û Newozê pîroz dikin. Li Kopenhaginê jî, Fedreasyona Komelên Kurdî li Danîmarka-FKKD Şahîya Newrozê pêkhanî.

Şahîya Newrozê piştê bi bixêrhatina beşdaran ya ji alîyê Adnan Axacan ve, girse ji bo vêxistina agirê derket dervayê salonê, bi coşekî mezin agirê Newrozê û meşaleyên di destên beşdaran de hatin vêxistinê. Piştê demekê dirêj beşdar bihevre derbazê salonê bûn û dîlan û govend û helperke dest pêkir.

Herwiha, beşdar xwarinên ku bixwere anîbûn raxistin ser mêzan. Ji alîyekî ve xwarin dixwarin, ji alîyekî din ve govend û dîlan û helperke digirtin.

Newroza îsal jî wek her carî bi tevlêbûna girseyekî mezin pêk hat.

Salona Newrozê bi alaya Kurdistanê hatibû xemilandinê..

Newroza we pîroz be..

Rûpela Nû/Danîmarka

Kurdistan Haberleri

Qeyûm tayînî şaredariyên Dêrsim û Pilûrê hatin kirin
Serok Mesûd Barzanî: Em piştgiriyê didin hemû hewlên ji bo aştiyê
MEXMÛR - Tîma Rûdawê hat desteserkirin
Li Pêşangeha Pirtûkan a Rihayê pirtûkên Kurdî balê dikişînin: ‘Kurdî dihele!’
Di ser kuştina Ugur Kaymaz re 20 sal derbas bûn