Karsazê Kurd ji bo erdhejê 400 hezar dolar alîkarî da

.

Karsazê Kurd Resen Xoşnav 400 hezar dolar alîkarî da kesên ku di erdheja Mereşê de zirar dîtine.

Alîkariyên madî yê ji bo herêma erdhejê dewam dike, Haluk Levent alîkariyên ku di bin komeleya AHBABê de berhev dikin li ser medyaya civakî weşand.

Karsazê Kurd ê ji Hewlêrê Resen Xosnav ji bo zirarmendên erdhejê 400 hezar dolar (7,5 milyon TL) alîkarî kir.

Resen Xoşnav di sektorên wekî avahîsazî, bazarkarî û dîstrîbutoriyê de kar dike.

Roja 6ê Sibata 2023an du erdhejên bi pileyên 7.6 û 7.7 10 parêzgehên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê, her wiha Rojavayê Kurdistanê Sûriye hejand û li wan deveran bû sedema mirin û  birîndarbûna bi hezaran kesan.

Cîgirê Serokkomarê Tirkiyê Fuat Oktay 9ê Sibatê ragihand, ku 17 hezar û 674 kesan canê xwe ji dest dane û 72 hezar û 879 kes jî birîndar bûne.

Kurdistan Haberleri

Nêçîrvan Barzanî û Mezlûm Ebdî civiyan
Serok Barzanî pêşwazî li Wezîrê Derve yê Fransayê kir
Ji zanîngeheke Amerîkayê biryareke dîrokî: Êdî komkujiyên li hemberî Kurdan tên arşîvkirin
Netanyahu: Îran gefeke mezine li ser Cîhanê
Barrot: Herêma Kurdistanê faktoreke girîng a ewlehiya herêmê ye