Li bajarê Mêrsîn a Tirkiyeyê Çaremîn Lûtkeya Bazirganiya ya Herêma Kurdistan, Iraq û Tirkiyeyê berdewam e. Karsaz serdanên kargehan dikin û ji bo pêşvebirina hevkariyê hevdîtinan dikin û dibêjin; Tirkiye welatekî pêşketî ye û Kurdistan û Iraq jî bi hevkariya Tirkiyeyê dê pêş ve biçe. Karsazên Bakur dibêjin; ew di gelek beşan de bi Herêma Kurdistanê re bazirganiyê dikin lê belê dixwazin di mijara tenduristiyê de jî hevkariyê pêşvetir bibin.
Li bajarê Mêrsîn bi beşdariya nûnerên Herêma Kurdistan, Iraqê û karbidestên Bakur û Tirkiyeyê Çaremîn Lûtkeya Bazirganî û Razemeniyê berdewam e. Nûnerên Herêma Kurdistanê û karbidest li Mêrsîna serdana kompaniyan dikin û ji bo razemeniyên nû hevdîtinan dikin. Serokê Akademîsyenên TÎSÎADê Prof. Dr. Ahmet Ozer got; aramiya siyasî girêdayî aramiya abûrî ye û bi vê yekê pêwendiyên dostanî jî pêş ve diçin.
Dr. Ahmet Ozer ji K24ê re got: "Em jî dixwazin wekî bajarên Diyarbekir, Wan, Dîlok û Edene ji vê bazarê sûdê werbigrin. Em dixwizin di navbera me û Herêma Kurdistanê re hatûçûna mirovan zêdetir bibe. Ne tenê ji bo bazirganiyê, serdana mirovan biratiyê mezin dike û ev jî aştiyê bi xwe re tîne. Ji ber van sedeman Herêma Kurdistanê ji bo me gelekî girîng e."
Beşdarên lûtkeya ku ji aliyê Komeleya Karbidest û Pîşesazên Iraq û Tirkiyeyê ve hatiye sazkirin li Mêrsînê serdana kargehan jî dikin. Beşdarên şandeyê di serdana bo nexweşxaneyeke taybet de gotin ku; ew dixwazin di mijara tenduristiyê de jî hevkariyê bikin. Serokê Lijneya Rêveber ya Nexweşxaneyeke Taybet Dr. Engîn Şahîn got; Tirkiye di mijara tenduristiyê de jî pêşketiye û bi piştgiriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikarin hevkariyê bikin û bi vê hevkariyê bajarê Hewlêr, Silêmanî û Duhok dikarin bibin navenda tenduristiyê navçeyê.
Dr. Engîn Şahîn dibêje: "Em dixwazin di navbera me û Herêma Kurdistanê de di mijara beşa tenduristiyê de pêwendiyên xurt hebin. Mirov dikare nexweşxaneyên mezin çêbike lê belê ya girîng ew e ku ji aliyê akademik û pisporî ve tîmeke bijîşkan ya jîr û jêhatî li wê nexweşxaneyê hebe da ku bikaribin neştergeriyên giran jî bikin. Ez di wê baweriyê de ku dê bi piştgiriya Hikûmetê di mijara tenduristiyê de jî hevkariyeke baş bê kirin."
Li bajarê Mêrsînê duyemîn mezintirîn balafirgeha Tirkiyeyê tê avakirin û tê gotin ku di demeke nêz de dê bê vekirin. Karbidest dibêjin; Mêrsîn bajareke lojîstîk e dixwazin di navbera Edene û Herêma Kurdistanê de jî geştên asmanî yên rasterast bidin destpêkirin.Her dîsa bendera Mêrsînê ji bo veguhestina kelûpelan ji bo bazara Kurdistan û Iraq û Rojhilata Navîn bendereje stratejîk e. Karbidestên ku beşdarî lûtkeya bazirganiyê bûne dibêjin; di van hedîtinan de li ser pêşvebirina pêwendiyên bazirganî, plansaziyên nû amade dikin.
/K24/