Karsazên Tirkiyeyê çûn serdana Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Hewlêrê

.

 Şandeyeke karsazên Tirkiyeyê çû serdana Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Hewlêrê û li ser mijarên hevkariyên bazirganî û aboriyê gotûbêj kirin.

Şandeya ku ji 31 parêzgehan şirketên cuda di nav de ye, bi serokatiya Serokê Komîteya Têkiliyên Aboriya Derve ya Tirkiye-Îraqê (DEÎK) Halît Acar çû serdana Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Hewlêrê.

Şandeyê li ser mijarên bazirganiyê yên dualî bi birêvebir û endamên Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Hewlêrê re hevdîtinek kir.

Cîgirê Serokê Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Hewlêrê Kameran Salih Bacgir di daxuyaniya xwe de diyar kir ku Tirkiye ji bo Herêma Kurdistanê welatekî girîng û bibandor e û got:

“Di vê serdanê de me karsazên Tirkiyeyê teşwîq kirin ku di warên cuda de însiyatîvê bigirin.”

"Em her tim amade ne"

Bacgir diyar kir ku li Herêma Kurdistanê aramî heye û ev yek ji bo bazirganiyê faktoreke girîng e û anî ziman:

“Em her tim amade ne ku gavên bazirganiyê bavêjin.”

Serokê Komîteya Têkiliyên Aboriya Derve ya Tirkiye-Îraqê (DEÎK) Halît Acar jî destnîşan kir ku ew wekî şandeyeke ku kesên ji warên cuda yên bazirganiyê yên wekî veberhênan, xwirek û ajeldariyê tê de ne hatine vir û armanca serdanê jî bipêşxistina hevkariya aboriyê ya di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê de ye.

Acar bal kişand ser wê yekê ku ew dê li Hewlêrê bi karsazan re hevdîtinên dualî bikin û da zanîn:

“Niha di navbera me de bi qasî 20 milyar dolarî bazirgan tê kirin.

Armanca me ew e ku em vê mezintir bikin.”

Kurdistan Haberleri

Hemû helbestên Berken Bereh di Botannameyê de çap bûn
Piştî tayînkirina qeyûman kolanên Dêrsimê bûn qada şer: ‘Dagirkerî ye’
Doza kuştina Şerzan Kurt: Biryareke nû hat dayîn
Miles Caggins: Çend gav ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê hatine avêtin
JAPONYA - Dadgeha Saitamayê xwepêşandana li dijî Kurdan qedexe kir