Li Tirkiyê li bajarê Îzmîrê penaberekî ji Başûrê Kurdistanê, di legerînekê de ji aliyê polîsên Tirkiyê ve hate girtin. Ji ber karta hatûçûne ya ji bo trempêlên nava bajêr a Kurdistana Başûr pê re bû li ser kart jî Kurdistan hatibû nivîsandin. Polîsên Tirk, ev wekî sebeba terorê qebûl kirin û penaberên Kurd ji bo ku wî derveyî welêt bikin, birine bajarê Entabê.
Ji xeynî vê nehate zelalkirin ku di derheqê wî de doz hate vekirin an jî derveyî welêt hate kirin an na.