Îtilafa Opozisyona Sûrî bi girtina ofîsa xwe ya li Enqereya peytexta Tirkiye dibe sedema nîqaşeke nû. Nûner û serkirdeyên îtilafê didin zanîn ku sedema girtina ofîsa wan ya li Enqere ji ber hin mijarên aborî û îdarî ye. Lê beşek ji medyaya Sûriye radigihîne ku ofîsa opozisyonê ji hêla Tirkiye ve hatiye girtin. Nûnerên îtilafê didin zanîn ku girtina ofîsa wan ya Enqere biryareke demkî ye û piştî ku merc goncav bûn ewê dîsan ofîsa xwe aktîf bikin.
Îtilafa Opozisyona Sûrî ku baregeha wan ya sereke li Stenbolê ye, ofîsa xwe ya li Enqere girtin. Ew biryar ji hêla hin çavkaniyên Sûrî ve weke ku biryara girtina ofîsê ji hêla Enqerê ve hatiye stendin hate ragihandin. Lê nûnerên îtilafê amaje pê dikin ku ew biryareke îdarî ye, ofîsa li Enqere ji xwe ne aktîfbûye û ji bo kêmkirina xerciyên darayî yên opozisyonê birayereke bi vî rengî girtine. Mijara girtina ofîsê piştevaniya navdewletî ya digel opozisyonê careke din anî rojevê .
Nûnerê Îtilafa Opozisyona Sûrî Şelal Gedo dibêje “Opozisyon negihaye wê merhaleyê ku nikaribe ofîseke xwe li derekê bihêle yan jî karmendên xwe xwedî bike. Lê ew ofîs berê tunebû. Ji salekê vir ve çêbûye. Hebûna wê ofîsê tu fêdeya wê li koalîsyonê tine û ti zarûre jî di berdewamiya wê de tunebû. Ew biryar biryara îtilafa opozisyona Sûriye bixwe ye ku tu eleqeya wê bi siyaset û eleqetên navbera opozisyon û Tirkiye nîn e.”
Piştî şerê navxweyî beşe zêde ji opozisyona Sûrî hatibûn nava Tirkiye. Piştgiriya Tirkiye ya di gel wan hin derfetên darayî û siyasî jî pêşkêşî îtilafê kiribûn. Weke tê zanî ji destpêka şer pê ve derdora sed welatan çi bi awayekî siyasî çi jî ba awayekî darayî piştevaniya opozisyonê dikirin.
Lê piştî ku danûstandinên dîplomatîk ên li çend welatan negihîştin tu encameke karîger û hikumeta Sûriye jî serweriya xwe li wî welatî xurt kir, piştevaniya wan welatan jî her ku diçe kêm dibe. Mercên aborî yên li nava Tirkiye jî bandoreke zêde li opozisyonê dikin û di dawiyê de ew jî biryarên wiha didin.
Waiel Olwan Lêkolînêrê Sûrî got “Babeta girtina ofîsa îtilafê li Enqerê li ser ragihandinê bi awayekî cuda hate behskirin. Hinek kesan behsa wê yekê kirin ku helwestên herêmî û navdewletî li hember opozîsyonê hatine guhertin. Ev yek ne rast e. Îtilafê li ser girtina xwe ya li Enqere deng daye da ku kare xwe yê îdarî sererast bike, ku şaşîtiyeke îdarî di îtilafê de hebû û hate sererastkirin û dengdan l iser hat dayîn.”
Li gorî çavdêran her ku Arteşa Netewî li ser axa Sûriye lawaz dibe, piştevaniya siyasî ya digel opozisyonê jî kêm dibe. Li baregeha opozisyonê ya li Stenbolê jî ku Rêvebertiya Îtilafê li vir e, xerciyên aborî hatin kêmkirin. Ji ber qeyrana aborî ya li nava Tirkiye, bandora vê yekê opozisyonê han dide ku jêçûyên xwe kêm bike.
Serkirdeyên opozisyonê didin zanîn ku ofîsa wan ya li Enqere bi avyekî sembolîk hebûye û ew biryara demkî ji bo girtinê jî piştî ku merc baştir bûn ewê bête guhertin. Bêyî Stenbolê, baregeha Hikumeta Demkî ya Opozisyonê jî li Dîlokê ye. Li gor çavkaniyên Îtilafê girtina ofîsa Enqerê ewê tu bandorê li kar û danûstandinên opozisyonê neke.
Çavkanî: Rûdaw