Karwaneke mezin a erebên Sûriyê ji Efrînê derket

.

Hate ragihandin ku piştî hilweşîna rejîma Esed vegera warên xwe ya erebên ku li Efrîn a Rojavayê Kurdistanê hatibûn bicihkirin berdewam dike.

Li gorî zanyariyan herî dawî bi sedan otombîl, otobus û barhilgirên malbatên ereb ji Efrînê derketin û ber bi cihên xwe yên li Hema, Hims û Şamê bi rê ketin.

Li gorî agahiyan ev duyemîn karwan e ku bi kom ji Efrînê derdikeve, beriya niha jî karwanek ji navçeya Raco derketibû.

Li gorî çavkaniyên Efrînê, rojane malbatên hawirde ji Efrîn û navçeyên wê derdikevin û berê xwe didin bajarên xwe.

Kurdistan Haberleri

Semînerek li ser ola êzdî tê li dar xistin
Ji Firat Epozdemîr re 15 sal cezayê girtîgehê hat xwestin
Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê li ser Sûriye û Tirkiyeyê daxuyanî da
Serok Barzanî û Aras Hebîb danûstandinan li ser rewşa siyasî ya Îraqê dikin
Serok Barzanî: Berpirsyariya herî mezin dikeve ser milê PDK û YNKyê