Navenda Nûçeyan
Li gel biryara serokê Amerîkayê ya derbarê vekişandina hêzên xwe ji Sûrîyê, şeva borî karwaneke alîkarîyên leşkerî yê nû derbasî navçeyên Hêzên Surîya Demokrat (HSD) bû.
Rewangeha Sûrîya ya Mafên Mirovî belav kirîye, ji alîyê Hevpeymanîya navdewletî ve karwaneke alîkarîyên leşkerî yê nû ku ji 80 barhelgir û otombîlên leşkerî pêk hatibû bo navçeyên HSDê hatîne şandin.
Li gorî Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan, ji dema kontrol kirina Baxozê ve heya niha, ev 29mîn karwana alîkarîya ye ku Hevpeymanîya Navdelwetî bo HSD dişîne.