Komeleya Leer Hevalti konferanesek lidarxist. Bi beşdariya Alîkarê Giştî yê PAKê( Partîya Azadîya Kurdistanê) Kasım Ergünê ve ev konferans pêk hat.
Komeleya Leer Hevalti konferanesek lidarxist. Bi beşdariya Alîkarê Giştî yê PAKê( Partîya Azadîya Kurdistanê) Kasım Ergünê ve ev konferans pêk hat. Hat ragihandin ku di konferansê de, li ser mijarên rewşa konjokturel a Kurdistanê û her wiha li ser babeta hilbijartina herêmî axaftin çêbûn.
Kurdên ku li Leerê dijîn eleqeyê nîşanê vê konferansê dan. Konferans bi sirûda Ey Reqîp û bi rêzgirtinê ve destpêkir.
Alîkarê Serokê Giştî yê PAKê Kasım Ergün ji bo vê konferansê hatibû vexwendin. Ergün, di konferansê de zêdetir li ser mijara hilbijartina herêmî a 31ê Adarê axivî. Ergün derbarê xebatên PAK û PSKê ku bi ser navê Tifaqa Welatperwer û Demokrat ketibûn hilbijartina herêmî agahî da guhdaran. Ergün axaftina xwe wiha berdewam kir:” Tifaqa di navbera partîyên Kurdistanî de girîng e. Lê belê her tişt ji vê yekê pêk nayê. Dixwazim bibêjim em bi gelek pirsgirêkan re rû bi rûne. Bi xemgînî eşkere dikim ku karê me zehf zehmet e.”
Piştê kup irs û bersivsn konferans bbi dawî bû.