Rapornivîsa Yekîtîya Ewropayê ya ku li ser Tirkiyeyê raporan dinivîse, Kati Piriyê diyar kir ku hilbijartin ne di wan şertan de hatiye kirin ku ji bo hemî aliyan adil be.
Wê li ser hesabê xwe yê Twitterê jî diyar kir:
“Vê sibeyê hizrên min li ser Osman Kavala, Selahattin Demirtaş, Taner Kılıç û bi hezaran kesên li Tirkiyeyê bi awayekê neadilane hatîn girtin e. Gelo ji bo wan qet tiştek dê biguhere.”