Kayûm alîkarîya ji bo Amed Sporê hatîye kirin bi paş ve xwest

Endamên Meclisa Şaredarîya Yenîşehîra Amedê par biryar girtibû û alîkarîyeke madî dabû Amed Sporê lê kayûmê niha ev pere bi paş ve xwest.

Navenda Nûçeyan - Di Zagona Şaredarîyan a bi hejmara 5393 xala 14'an beşa B de "Ji bo teşwîqkirina sporê, kirîna amûran, xelatkirina sporkar û teknîk dîrektoran bi biryara endamên meclisa şaredarîyê dikare xelat bê dayîn". Li Tirkîyeyê şaredarîyên Stenbol û Enqereyê jî di nav de heta niha piranîya şaredarîyan alîkarî dane tîmên fûtbolê yên bajarên xwe. Di vê çarçoveyê de Endamên Meclisa Şaredarîya Yenîşehîra Amerê jî roja 5'ê gelawêja 2019'an biryar da û 54 hezar TL alîkarîya pereyan da klûba Amed Sporê. Piştî vê yekê roja 13'yê sermaweza 2019'an Hevşaredarên Yenîşehîrê Belgin Diken û Îbrahîm Çîçek bi kayûmê ji peywirê hatin girtin. Wezareta Karên Hundir a Tirkîyeyê Qeymeqamê Yenîşehîdê Murat Beşîkçî wekî kayûm tayîn kir. Kayûm çawa hat ser kar biryar da ku endamên Meclisa Şaredarîyê neyên şaredarîyê. Û niha jî kayûmê ew pere bi paş ve xwestine.

Li gor nûçeya Lezgîn Akdenîz a di MA'yê de kayûm Beşîkçî fermanek ji Botan Moray ku îmzeya wî di belgeyê alîkarîyê de hebû û ji peywirdarê şaredarîyê Ferhat Deriner şandîye û xwestîye ew wê pereyê bi paş ve bidin. Kayûm îdîaya "Bi vê xebatê zirar dane şaredarîyê" pere bi paş ve xwestîye.

Di nûçeyê de yek ji endamên Meclisa Şaredarîyê Ronda Bat gotîye ku hem dest dane ser vîna gel, hem jî di bin navê "zirar dane para raya giştî" pere bi paş ve xwestine. Bat wisa gotîye, "Kayûmê ku xwe meşrû dibîne biryarên me wekî ne li gor zagonê ne dinirxîne. Em vê kayûmê nanasin, em biryarên wê jî qebûl nakin. Em li pişt biryarên xwe ne. Emê di çarçoveya zagonî de heta dawî mafên xwe biparêzin."


Kongre ma hefteyek din

Li alîyê din Rêveberîya Klûba Amer Sporê biryar dabû ku 12'yê mehê kongreya xwe ya awarte saz bikin lê ger piranî saz nebe 19'ê mehê saz bikin, kongre ji bo hefteya pêşîya me hat taloqkirin. 12'yê mehê li Salona Tesîsên Şeyhmus Ozer a Seyrantepeyê dîwan saz bû lê ji ber piranî nîn bû kongre ma 19'ê mehê. 

 

 

Siyaset Haberleri

Keşeyê Dêra Kurdî: Kesên ku çûbûn Rojavayê Kurdistanê vedigerin Libnanê
Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk Li Parîsê Konferansek Da
Nêçîrvan Barzanî: Jinên Kurdistanê her tim avaker û parêzvanên xak û welat in
Jens Galschiøt: Em dê ji bo bibîranîna Enfalê peykerekî çêbikin
Xwepêşandanên Mahsa Amînî | Rejîma Îranê cezayê îdamê da 6 kesên din!