Kazimî: “Hin grûbên mîlîs di xwepêşandanan de tevliheviyê dikin”

.

Serokwezîrê Iraqê Mustafa Kazimî ragihand ku hinek grûbên mîlîs di xwepêşandanan de tevliheviyê dikin û bûyeran provoke dikin. Kazimî ragihandina xwe bi awayekî nivîskî kir û got ku ew sipasiya xwepêşandêr û hêzên asayîşê dike ku bi xweşbînî û hezir tevgeriyane.

Kazimî got ku hêzên asayîşê karibûne xwepêşandêran bi xweşbînî biparêzin lê hinek mîlîsên di derveyê qanûnan de xwestine xwepêşnadêran ber bi tevgerên şiddetê bibin û xwepêşandêr qebûl nekirine.

Kazimî dibêje ku gelek êrîşên mezin diçin ser wî û talûkene lê ev êrîş û talûke, wê bibe xizmet, bo welat û xelkê weka xizmetê dagere.

 

Rojhilta Navîn Haberleri

Wezîrê Samanên Xwezayî: Em bo hinardekirina petrolê bi Bexdayê re digehin çareseriyê
Fermandarê Hêza Qûds a Îranê li Bexdayê ye bi berpirs û fermandarên komên milîs re civiya
Amerîka: Em piştgiriya asayîkirina pêwendiyên Sûriye û Tirkiyeyê nakin
Mesûd Pizîşkiyan bû serokkomarê Îranê
Li Îtalyayê keştî bin av bûbû: 35 term hatin dîtin