Navenda Nûçeyan - Komîteya Tendirustîyê ya KCKê derbarê şewba vîrusa koronayê de daxuyanîyek belav kir û têde daxwaz dike, civak divê li hemberî vê şewbê nekeve panîkê û di nav aramîyê de derbarê tendirustîyê de hin tedbîran werbigire. Di daxuyanîyê de herwiha hin tedbîrên ji bo xweparastina ji vîrusa COVID-19 hatine pêşnîyarkirin.
Têkildarî metirsîya belavbûna vîrusa Koronayê li cîhanê û zêdebûna metirisyên vê vîrusê, Komîteya Tendirustîyê ya KCKê daxuyanîyek weşand.
Di daxuyanîyê de, Komîteya Tendirustîyê ya KCKê,belavbûna vîrusa Koronayê li cîhanê weke “gefeke mezin bo ser mirovahîyê” bi nav dike û dibêje, “li hemberî vê şewbê pergala kapîtalîst bêçare maye û ketîye nav krîzeke sîyasî, ekonomîk û civakî. Mirovayetî û civak bêyî parastin mane û pergalên tendirustîyê yên xwe dispêrin sermaye û karê jî dibin sedema krîz û panîkê”.
KCK herwiha amaje bi wê yekê dike, ku xelk dê bi hewlên xwe yên xweparastinê û lêgerîna ji bo sîstemeke nû, krîza niha derbas bike.
Komîteya Tendirustîyê ya KCKê destnîşan dike, ji bo tendirustbûnê pêwîstî bi ekosîstemeke tednirust û xurt heye û tekez dike: “Ji bo ku mirov li ser xwe be divê xwedî ekosîstemeke xurt be. Heta teşeya jîyan û ferasetê neyê guherandin a ku her dem nexweşîyan diafirîne, her dem tendirustîya mirovan xerab dike, wê civakeke li ser xwe jî ava nebe. Tiştekî jêneger e ku divê ji civaka nexweş mirov ber bi civakeke li ser xwe ve were. Divê ji civaka zêde bajarîbûyî ber bi civaka ekolojîk û ji civaka otorîter û totalîter ber bi civaka azad, wekehev û ekolojîk ve pêk were. Ji bo mirov li ser xwe be, divê xwedî ekosîstemeke li ser xwe be. Berevajî vî tiştî mirov nikare qala lihevkirina civak û xwezayê bike. Heta ku paradîgmaya demokratîk, ekolojîk, azadîya jinan diparêze wekî feraseteke jîyanê teşe negire ango heta ku civak ne exlaqî û polîtîk be, wê ev kêşe her dem di rojeva me de bin.”
Di daxuyanîyê de behsa wê yekê tê kirin, ku metirisya vîrusa Koronayê li cîhanê gelek memzin bûye û ji ber berdewamîya belavbûna wê, ew şewba ketîye “qonaxa pandemêk” anku şewba cîhanî, lewma jî bi gotina Komîteya Tendirustîyê ya KCKê, li hemberî vê vîrusa ku bûye krîza cîhanê, rêxistina tendirustîyê ya cîhanê jî bêçare maye.
Komîteya Tendirustîyê ya KCKê ji bo xweparastina ji vîrusa Koronayê hin tedbîran pêşnîyar dike û dibêje, “eger bêyî panîk ew tedbîr bêne pêkanîn, dê ev krîz were derbaskirin”.
Tedbîrên ku wê komîteyê rêz kirine, wiha ne:
-Divê mirov ji derên qelebalix dûr bisekine.
-Di dema silavdanê de divê mirov neçin rûyê hev û hev hembêz nekin.
-Ji bo ku vîrus nekeve qirika mirovan divê 15 deqîqeyan carekê avê vexwe, bi vî awayî vîrus wê xwe bera mîde bide û di nav asîta mîde de bimire.
-Berîya her tiştî divê mirov li paqijîya bedena xwe miqate be û qadên jîyanê yên hevpar paqij be.
-Bi qasî 30 sanîyeyan divê bi sabûnê dest were şuştin. Berîya xwarinê û piştî wê, berîya çûna daşirê û piştre jî divê dest bi sabûnê were şuştin.
-Divê mirov destê xwe nebe çav, poz û devê xwe.
-Divê mirov ji malê dernekeve. Heke pêdivîyeke lezgîn hebe jî divê maske û lepik werin bikaranîn.
-Kesên ku enîya wan zêde sincirîne, dikuxin û nikarin bêhnê bistînin, teqez divê biçin nexweşxaneyê. Ev kes divê dûrî jinên ducanî û zarokan be, tedawîya wan jî di bin kontrolê de be. Kesê ku ev vîrus tê de gerîyaye divê têkeve karantînayê. Kesên ku di dema tedawîyê de alîkarîyê didin jî divê bêyî maske û lepik nêzîk nebe.
-Di dema kuxik û pişkînê de divê bi peçeteyê devê xwe bigirin, piştî avêtina peçeteyê divê destê xwe bişon.
-Kesên kal û pîr, nexweşên dil û pişikê, kesên pergala wan a bedenê qels e, di bin rîskeke mezin de ne. Nîşaneyên vê nexweşîyê wekî sermagirtinê ye. Ji ber vê jî kesên dikuxin, enîya wan sincirîne û bêhna wan diçike divê biçin nexweşxanyê.
Di beşeke din a daxuyanîya xwe de, Komîteya Tendirustîyê ya KCKê amaje bi hin xwarin û vexwarinan dike û dibêje, ku ew rejîma xwarinê sîstema parastinê ya bedena mirovan li hember vîrusa Koronayê xurt dike.
Ev xwarin û vexwarinên ku Komîteya Tendirustîyê ya KCKê pêşnîyar kirine, wiha ne: Şîr, penîr, mast, hêk, masî û kezeb, îsot, silqok, gulkelem, kelem, gêzer, lehane, lîmon, pirteqal, kiwi, sêv (Divê baş were şuştin), behîv û gûz jî baş in.
Rûdaw