Koma Civakê Kurdistanê (KCK) derbarê kuştina Qasim Sulêymanî, Fermandarê Supaya Quds a ser bi Supaya Pasdaran a Îranê ve daxuyanîyek belav kir.
KCKê di daxuyanîya xwe de amaje bi şer û pêşhatên li Rojhilata Navîn kirîye û dîyar kirîye ku li navçeyê krîzeke kûr dest pê kirîye û ne dewletên herêmî û ne jî hêzên navdewletî ne xwedî nexşeyekê ne bo çareserkirina vê krîzê û herwiha ragihandîye, “Ji xwe yên ku çavkanîya pirsgirêkan in ne mumkin e pirsgirêkan çareser bikin.”
Di dewama daxuyanîya xwe de KCK, Qasim Sulêymanî weke girîngtirîn kesayetê sîyasî û leşkerî yê Îranê bi nav kirîye û dîyar kirîye ku kuştina wî, ev krîz û rewş careke din raxistîye ber çavan. KCK dibêje, “Piştî ku şerê DAIŞê li navçeyê bi dawî hat, hêzên li pey serwerîyê dest bi şerê hev kirine. Vê yekê jî sêyem şerê cîhanê yê li navçeyê girantir û berfirehtir kirîye.”
Herwiha di daxuyanîyê de hatîye gotin ku ferzkirin û destwerdanên derve pirgirêkên li Rojhilata Navîn girantir dikin û hatîye dîyarkirin ku ev jî dibe sedema êşên zêdetir. KCK dibêje, “Kuştina Qasim Sulêymanî û Mehdî El Muhendis bi suîqestê, nîşan dide ku heyama bê dê ji bo gelan zor û zehmet be.” Hatîye gotin jî, şer û êrişên di navbera hêzên navçeyî û navdewletî de li dijî hev zêdetir, li dijî xelkê navçeyê ne.
KCK di daxuyanîya xwe de destwerdana derve red dike û dibêje bêyî îrdadeya xelkê ti pirsgirêk çareser nabin û aştî û aramî li navçeyê bicih nabe.
Di daxuyanîya xwe de KCKê gotîye, “Dewleta Tirk çawa ku ji şer û rageşîyên heta niha sûd wergirtîye, hewl dide sûdê ji şer û suîqesta dawî jî werbigire û di atmosfereke wiha de êrişan bibe ser gelê Kurd û hêzên demokrasîyê.” KCK daxuyanîyên Tirkîyê yên bo asayî û aramkirina rewşê dûr ji rastîyê dibîne û dibêje, “Berevajî, kêfa wê ji destwerdanên derve û suîqestan re tê, ji ber ku êriş, dagirkerî û sûîqestên wê asayî dikin.”
KCK bidawîkirina alozîyan û têkbirina destwerdanên derve girê dide bi xurtkirina ‘biratîya gelan’ û sîstema ‘netewa demokratîk’ û dîyar dike ku tenê dewletên demokratîk xwedî wê şîyanê ne ku destwerdanên derve pûç bikin.
Fermandarê Supaya Quds a Supaya Pasdaran a Îranê Qasim Sulêymanî û Cîgirê Serokê Desteya Heşda Şeibî Ebû Mehdî Muhendis û çend kesên din, roja Înê 3ê çileya 2020 di êrîşeke Amerîkayê de li nêzîk Balafirxaneya Bexdayê hatin kuştin.
Rûdaw