KDP-İnfo: Sivîl li Efrînê tên kuştin..“Tirkiye bi çekên Napalm êrîş dike”

KDP-İnfo di malpera xwe ya fermî de ragihand ku 'Kurdên Rojavayê Kurdistanê, Tirkiyê bi wê yekê tometbar dikin ku li Efrînê çekekî qedexekirî li dijî sivîlan bikar tîne, ku çekê Napalm e û li ser malperên civakî dîmen û vîdyoyên wê belav kirine'

Partiya Demokrat a Kurdistanê di malpera xwe ya fermî de ragihand  'Kurdên Rojavayê Kurdistanê, Tirkiyê bi wê yekê tometbar dikin ku li Efrînê çekekî qedexekirî li dijî sivîlan bikar tîne, ku çekê Napalm e û li ser malperên civakî dîmen û vîdyoyên wê belav kirine'

 

Topbaran topxaneyan û bombebaran balafirên Tirkiyê û êrîşa girûpên opozisyona Sûriyê li ser herêma Efrînê ev 9 roj in ku berdewam in û Artêşa Tirkiyê tê tometbarkirin ku bi çekên Napalm.

ji şeva borî ve Artêşa Tirkiyê gundên Efrînê yên li hember Kilîsê topbaran dikin, lê artêş qet pêş neketiye. Herwiha firokeyên şer ên Tirkiyê bi awayekî berdewam Çiyayê Qestelê yê Efrînê bombebaran dikin.

Li gorî zanyariyên Sky News, ji destpêka êrîşa ser Efrînê, hêj li ser erdê hêzên Tirkiyê û hêzên opozisyonê nikarîne pêşde bên.

Hêzên Sûriyaya Demokrat di daxuyaniyekê de ragihand ku hêzên Tirkiyê û hêzên ser bi wê ve li eniya Girê Qestelê li xelkê sivîl yê gundê Xelîl dan û di encamê de hejmarek welatî bûn qurbanî.

Herwiha li gundê Kuble jî balafiran li koçberên ereb ên li Efrînê dan û 3 kes kuştin û 4 jî birîndar kirin.

Li gor medyaya Tirkiyê şeva borî karwaneke leşkerî ya Artêşa Tirkiyê ji bo piştgiriya hêzên ser sînorê Sûriyê gihişte bajarê Kilîsê.

Kurdên Rojavayê Kurdistanê, Tirkiyê bi wê yekê tometbar dikin ku li Efrînê çekekî qedexekirî li dijî sivîlan bikar tîne, ku çekê Napalm e û li ser malperên civakî dîmen û vîdyoyên wê belav kirine.

http://www.kdp.info/a/d.aspx?s=040000&l=16&a=106420

 

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin