Keça Kurd di atletîzmê de bû şampiyona cîhanê

Keça Kurd a ji bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê Eda Yildirim ku di erdheja 2011an de ji nav kavilan rizgar bûbû, di Şampiyoniya Dinyayê ya IPC a Atletîzma Ciwanan – 2019 de bû yekemîn.

Keça Kurd a ji bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê Eda Yildirim ku di erdheja 2011an de ji nav kavilan rizgar bûbû, di Şampiyoniya Dinyayê ya IPC a Atletîzma Ciwanan – 2019 de bû yekemîn.

Eda Yildirim di şampiyoniya ku di navbera 20ê Tîrmehê û 4ê Tebaxê de li bajarê Natvîl ê Swîsreyê tê lidarxistin de, beşdariyê dike.

Yildirim di beşa xaravêtinê ya atletîzmê de bi pileya xwe ya 12,05 metreyan yekemînî bi dest xist û madelyaya zêrîn wergirt.

Eda Yildirim piştî erdeheja Wanê ya 2011an tevî malbata xwe bar kiriye bajarê Samsûnê û di yekem beşdariya xwe ya şampiyonê de vê serkeftinê bi dest dixe.

 

Kurdîstan Haberleri

Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye
Komîteya Destûrê: Navê welat wekî Komara Erebî ya Sûriyeyê dimîne