Keçeke 16 salî ya Colemêrgê, ku 7 meh bûn dest bi werzîşa zoranbaziyê kiribû, di asta cîhanê da bû sêyam.
Keça Kurd Nurgul, berî niha bi 7 mehan dest bi werzîşa zoranbaziyê kiribû û niha di Olîmpiyadên Werzîşên Dibistanê ya Cîhanê de ku îsal li Fransayê hatibû kirin bû sêyemîn.
Li parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê Nurgul Abî ya 16 salî xwendekara pola 12an a Lîseya Werzîşê ye û ligel waneyên xwe yên din rojane rahenanên zoranbaziyê jî dike.
Werzîşvan Nurgul Abî dibêje: “Ji niha û pê ve armanca min pêlewaniya yekemîn a cîhanê ye. Ez bawer dikim bi zêdekirina rahenanê û îradeye bihêz ezê bibim yekemîn.”
Rahenêrê Nurgul dibêje berî niha jî di Pêlewaniya Tirkiyê ya Zoranbaziyê ya Ciwanan de ku di navbera 3 û 6ê Adara îsal de hatibû kirin ew bibû duyemîn.
Rahênerê Keça Kurd Recep Çelik jî got: “Nurgul bû sêyemîn û em gelekî kêfxweş in. Ji bo werzîşvanên din jî bû mînakeke baş. Armanca me ew e werzîşvanên me yên serkeftî zêdetir bibin.”
Li gor rahêner Recep Çelîk, li parêzgeha Colemêrgê 200 werzîşvanên zoranbaziyê hene ku temenê 60ê wan di bin 18 salî de ye û ji bo beşdarbûna olîmpiyadên cîhanî li ser rahenanên xwe berdewam in.
Rûdaw