Kemal Tolan: Di Êzdiyatiyê de pîrozî, wate û danesînên li ser parizgeha Zêwan

.

Heta sala 1976 dema ku, ez li gundê Şimzê bûm, me digot  Zêwa Mîra “ Qempa Zêwê”. Zêwa Mîra di nav aqarê wîlayeta Batmanê de, li himberî gundê Şimzê di nav çiyayê Xendeqiya (Raman Daği) de û li raserî gundê Çinêriya ye.“ Ev kurte nasîn ji ber pirtûka min , rûpel 87 hatiye girtin. *1

Gorî zargotin dibêje, Zêw parêzgeheke ciyê Pîr û Mîrekên welatê Xaltaniyê, yên berî dema bi karê xêrê Şêx Adî buye. Vêga jî di nav bermayên Zêwê de ziyaret û qubên „Pîr û Mîrên“ Êzdiyan hene.

Xwedê jê razî Feqîr Elî Piçî jî, di hevpeyvîna min pê ra çêkirî de dibêje, „parêzgeheke di nav herêma Êzdîyên Xaltîyan de , ya herî kevn û navdar jê Zêwa Mîra buye.“*2

Kemal Tolan- Min di vê hevpeyvînê de ev pirs ji rahmetiyê Feqîr Elî Piçî pirsî : Feqîr, li gorî ez dizanim dema ku, dagirkeran welatê me li hev parvekirin, ewan Êzdî ji hevûdinê cûdekirin û hidûd di nava wan de danîn. Êzdiyan hew dikaribûn biçinê li Lalişê ziyaret bivin. Gelo Êzdiyên welatê Xaltan di pey ra diçûne ber kîjan parêzgehan ziyaretî dibûn û ti dikarî navên wan ziyaretan bibêjî ?

Rahmetiyê Feqîr Elî-  Êzdiyên li bakur mabûn diçûne ber ziyareta Pîrê li Zêwa Mîra, Qolbaba, Xefûrê riya, Şêxalê Şemsa (raserî gundê Hemdûna ye), Donlî Baba, Qolî Baba, Qizl Baba, Ezrahn Baba û hwd.

K.T. Feqîr kîjan ji van ziyaretan weke ya Lalişê mezin bû ?

Rahmetiyê Feqîr Elî-  Zêw eyn Laliş bû û qubên bi navê milyaketan li Zêwê hene……

K.T.- Belê raste, gorî min ji zargotinê bihistiye, heya niha jî her êvar îna zihêleke ava Kaniya Sipî ji Lalilişa Nûranê tê di kaniya Zêwa Mîra de diherike.

Li gor zargotin û ilmê rêzdar Feqîr Kalo*3 , yê ku di herêma çîyayê Zêwê de feqîrtî dikir dibêje, pîrên li vê Zêwê yên herî bi nav û deng Pîr Almê û Hesin Çinarî bune.

Feqîr Kalo dibêje, di qewlê Omerxala de tê gotin:

„Omerxala û Hesin Çinarî herdû birane. Hesin Çinarî di warê olparastinê de gelekî ne mezin bû, lê Omerxala bi erka Feqîrtiyê ketiye ser rêya olê û gelek kedeke mezin daye. Dema bi karê xêrê Şêx Adî têye Lalişê , qazidekî dişîne dû wî. Ew ji Zêwa Mîran ya di nav welatê Xaltan de diçe dîwana Şêx Adî.

Di qewil de tê gotin:

„ Şêx Adî ji Şamê hate Mêrgehê

Êwirî li cî maye birîmê

Birêkirine pey Almê

 

Almê ji wê va tînînin

Çendî mêr pê ve mejînin

Almê înane ji wê de

Şêx Adî li wî û libsê wî rihênt

Şêx Adî wî naskir û go,

wele ev ew koke û ew sêve.

 

Padşa yê min bi hukmê xwe rewa ye

Li ba ezîzê min buye dihayê

Her êvarê îna şibêbek ava eynê

Bêzarte Zêwa Mîra „

 

Anî Zêw jî kire weke navenda ciyê heca Êzdiyatiyê.

Feqîr ahtin, xwediyê 99 erkana

Waye ebadetê din , bi zimane

Nasbûna wan li ser xitma* wan e

Şêx Adî navê wî ji Almê guhast ,

Navekî şêrînî şêrîn Omerxala li ser datîne.

Xerqe li Ormexala kiriye. Ji hingê ve Ormexala buyê Merebiyê binemala şêxê Şêxûbekir û piraniya Êzdiyan.

Ormexala li Lalişê ma û qûba wî vêga hêjî li Lalişê ye.

*Xitma Feqîra : sûret , libs, rabûn û rûniştina wan e“*3

 

Gelek sipas ji bo birêvebirên „PELFİLM TV“î, ewan jî vaye di vê berna „BERMAHÎ - GUNDÊ ZEVÊ / ÊLIH“*4 de, ew şûnwar û qubên vê parêzgeha ku di nav herêma Êzdîyên Xaltî de raberî me kiriye.

Li gorî ilim û zanîna rêzdar Pîr Xalat Elias pîrozî û girîngiya parizgeha Zêwa*5

Rêzdar Pîr Xalat Elias yê micêwrê Memê Şivan, ilimdar û mamostê Êzdîtiyê ye , çi li ser giringiya deverên ku Zêw lê henin dibêjê*5.

 „Di Êzdiyatiyê de Zêw gelekî kevnarên. Zêw ji kevin de yên Pîranin û ser navê Pîranîyê ne. Lê firqe di navbêna Şêx, Pîr û Mirîdan de nîne, her yekê tamamkerê yekî ye û hemû Êzdiyatiye. Lê her  Zêwê  jî nîşangehên xas û babçakên Êzdiya, heke şêx û heke pîr mala Adiyan , hemû gulê darekê ne.

Gelek boçûn wê li ser gotina Zêwê hene. Raman zêwê rikneke  dînî ye.

Zêw zêdebûna keremê ye. Kerema zêde li Zêwê, li wê qonaxê zafbuye. Li gor jimara rojê salê 365 yan 366 xas û babçak hatine li wê Zêwê xwedan kerem , lewma nav lê hatiye danane buye Zêwa.

Me got, Zêw ji zêdebûna keremê û zawîyeke dînî ye. Li vî ser demê me , Zêw bi qonax têye nasîn. Qonaxa xas û babçaka ye.

Zêwên navdar avanin:

  1. Zêwa Memê Şîvan, dikeve deşta Dubanê .
  2. Zêwa Mehme Reşan, dikeve baskê Şêxa.
  3. Zêwa Pîrê Cerwan, wa li zûrên Cerwan e .
  4. Zêwa Pîra Fat, dikeve li aliyê başûrê qeza Şêxan e.
  5. Zêwa Îsîbiya, dikeve deriyê gelî.
  6. Zêwa Pîrê bi Xelat, li devera lehfa Qayîdiya.
  7. Zêwa Omerxala û Hesin Çinarî, di keve çîyayê Xendeqiyan yê di herêma Xaltanîyê de.

Ev her heft Zêw, ji kevin de bi nav û dengin. Her yek li ser navekî ye , ewan xas û babçaka tiştekî gelek giring kirî ku coxrafiya Zêwê dirûst kirîye û sînor bo wan hatiye danan.

Gelek nîşanên xas û babçaka li van Zêwa hene. Xelkê me û miletê biyanî jî , yên li derûdorê me gelek caran seredanî van Zêwan diken. Miraz û daxwazan ji wan xas û babçakên li Zêwê dikin.

Mînak:

Mahme Reşan xwedanê miraza yê ji aliyê bah û baranê bûye. Li ser demê Şêx Adî bikarê xêrê hatî zêwa meqlûbî kirî, ew î diha kir û bara lê barî û ew diha jî da Pîr Mehme Reşan.  Heta vêga jî xelkê me yê Baskê Şêxa û Êzdiyên me yên li derûdorê Baskî, heta Bahşik û Bazana tên li werzê biharê  heke baran taxirî bû têne ber Mahme Reşan , xwe davêjinê , mirazê ji Xwedê û Mahme Reşan dixwazin .

Rebilalemîn dide xatira Şêx Adî û Mahme Reşan bi wê dihayê baran li mintiqê dibare.

Çewa li Lalişê , di tevaya  365 rojan de fitîl têne vêxistin, wisa jî li Zêwa têne vêxistin. Bes mixabin, ji ber sedema feranan îro li hemû Zêwa nîşanên pîroz ne mane. ….“

Berdewam dike û binêre li*5.

*Çavkanî:

1             Nasandina Kevneşopên Êzdiyatiyê 1- https://www.facebook.com/photo.php?fbid=1868998089982530&set=picfp.100006170713219.1760860727462934&type=3&theater

2             Feqîr Elî Piçî https://www.facebook.com/100006170713219/videos/pcb.2905441659671496/2905440373004958

3             Feqîr Kalo Heso https://www.facebook.com/KemTolan/posts/2911335219082140

4             PELFİLM TV“ „BERMAHÎ - GUNDÊ ZEVÊ / ÊLIH https://www.youtube.com/watch?v=rnAQP5lgAs0&t=29s

5             Pîr Xalat Elias pîrozî û girîngiya parizgeha Zêwa https://www.facebook.com/KemTolan/posts/3154963088052684?comment_id=3185190708363255¬if_id=1643644882010144¬if_t=feed_comment&ref=notif

Kurdistan Haberleri

Hemû helbestên Berken Bereh di Botannameyê de çap bûn
Piştî tayînkirina qeyûman kolanên Dêrsimê bûn qada şer: ‘Dagirkerî ye’
Doza kuştina Şerzan Kurt: Biryareke nû hat dayîn
Miles Caggins: Çend gav ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê hatine avêtin
JAPONYA - Dadgeha Saitamayê xwepêşandana li dijî Kurdan qedexe kir