Kesekî Fransî bi navê William. M, navê wî yê duyem li cem me diyar e, lê li gorî yasayan em navê wî eşkere nakin, ew kesê Fransî, temenê wî 69 sal e, li gorî hatiye ragihandin, êrîşî deverekê kiribû ku sê cih bûn, cihekî serekî, ew jî navendeke kultûrî ya Kurdan bû, ku bi piranî Kurdên Bakur bûn, xwaringehek li nêzîkî wê derê, herwiha sertiraşxaneyek. Ji wê demê ve, Kurd li Fransa hem jî li welatên Ewropî, bi taybetî Kurdên Bakur ji ber ezmûna wan a sala 2013 ya tal li Parîsê hebû, bêzar in, xemgîn in û daxwaziyên wan hene.
Daxwaza wan a sereke jî ew e ku dadmendiyeke vekirî, ronî û zelal, û lêkolîneke ciddî li Fransayê hebe.
Gelek aliyên vê pirsê, Tora Medyayî ya Rûdawê, rûmala wan kiribû. Lê kesayetiyekî Kurd ê diyar, li Fransayê heye, ku nerîna wî, şiroveyên wî, hem di nav civaka Fransî de hem jî di nav civaka Kurdî de, guhdariyeke baş lê tê kirin û bandor û karîgeriya wî jî heye, ew jî doktor Serokê Enstîtûya Kurdî ya Parîsê Dr. Kendal Nezan e.
Serokê Enstîtuya Kurdî ya Parîsê Kendal Nezan di vê hevpeyvînê de bersiva pirsên Peyamnêrê Rûdawê Zinar Şîno dide.
Rûdaw: Doktor, ez gelekî spasiya cenabê te dikim, ji bo vê derfetê.
Kendal Nezan: Hûn bi xêr hatine.
Rûdaw: Gelek spas. Doktor, Fransa piştî 23ê Kanûya 2022yan xwedî li Kurdan derket û di xema wan û bêzariya wan de gihişt, yan divabû bêhtir kiriba?
Kendal Nezan- Ez bawer dikim, Serok Makron û wezîrê dadê û Waliyê Parîsê xemgîniya xwe bi awayekî eşkere diyar kir û piştevanî da Kurdan. Peyama serok Makron gelekî baş bû û got, êrîşek li dijî Kurdên Fransayê bû, em gelekî xemgîn in. Wezîrê Dadê yê Fransayê got, ev şîn ne tenê ya Kurdan e, lê belê ya hemû Fransayê ye. Ev gotin gelekî maqûl û baş bûn, vêce hêviya civaka Kurdî ew e ku, rojekê zûtir bizanibin ka kî li pey yan li pişt Williamê 69 salî bû ku hat û demançeyek di destê wî de bû û di çenteyê wî de jî 50-60 gulle hebûn, ku diarîbû kuştareke mezintir çê bike. Êdî çima hate wê derê, li Parîsê, dibêje ku li dijî biyaniyan e, lê li Fransayê derdora 5-6 milyon biyanî hene. Ji biyaiyan jî mebesta wan ne Amerîkî, Alman yan Ingilîz in, lê biyanên ku ji welatên Musilman tên, nijadperist li dijî wan in. Lê roja Înê bû, kesekî ku ji biyaniyan hez neke, dikarîbû here ber deriyê mizgeftekê, Ereb û reş û kesên Musilman bi sedan kes li wê derê hene, ango çima hat li wê Parîsa mezin, çû serê wê kuçê, hin kes dibîjin hin kesan ew bi otomobîlê anî û danî serê wê kuçê, û yekser çû navenda Ahmet Kaya û sê kesên li ber derî bûn, ez nizanim, çixare dikişandin yan li hêviya hinekan bûn, ew wan dibîne û wan gullebaran dike. Piştre li hemberî wan xwaringeheke Kurdî heye, navê wê Avesta ye, baş bû ku ne dema firavînê bû. Kêm kes li wê derê hebûn, ew wan jî gullebaran dike. Piştre li nav kuçê, dukanên Hindî hene, Pakistanî hene, Mexribî hene, yên Cihûyan hene, yekser diçe wê sertaşxaneya Kurdên Dêrsimê û êrîşî wan dike. Xweşbextane, ew jî xort in û kesên bixwebawer in, Kurd dizanin xwe biparêzin, di hin deman de, êdî wî digirin û destgîr dikin û çekê ji destê wî digirin û dibînin ku çenteyê wî tijî fîşek in. Wan polîsê Fransayê agahdar kiribû. Piştî 15 xulekan polîs hatin û wan ji polîs re got, binerin, em Kurd in, me ew desteser kir, lê me ew nekuşt, em disipêrine we û ji niha û şûnde karê we ye, ka bizanibin ji bo çi wî ev kar hatiye kirin.
Rûdaw: Doktor, dema mirov li vî dîmenî dinere, mirov maf nade Kurdan ku bipirsin, çima sê cihên me, çima ne cihên din?! Çima ne xwaringeha ku 100 metre di navbera Navenda Ahmed Kaya û xwaringeha Çînî de heye?! Ev pirsên Kurdan ne rewa ne?
Kendal Nezan: Gelekî rewa ne. Min bi xwe jî li ser televizyonên Fransa û yên din û di medyayê de jî min anî ziman. Gotin ku, bi baweriya min, dema ew li zindanê bû, bi dema salekê li zindanê maye, derdora wî hin kes hebûn, ew kesannêzîkî DAIŞê bûn, kesên nêzîkî hin hêzên tundrew ên Tirkî bûn ku wan di serê wî de xwend û ew bikar anî, ango wan dizanîbû ku rêya wî li dijî biyaniyan heye, vêce wan bi awayekî berê wê rêyê da ber bi Kurdan ve, wate ev yek cihê pirsê ye û em dixwazin berî her tiştî polîs û dezgehên dadê yên Fransayê vê pirsê zelal, eşkere û ronî bikin. Em dê li ser vê yekê bimînin û berdewam ji hikûmeta Fransayê bi her awayî bipirsin. Em fê ronîkirina wê kuştarê bixwazin.
Rûdaw: Ji sala 2013 ve, bûyera yekem a hersê xanimên siyasetvanên Kurd, berî wê jî hinek bûyer li vê derê çê bûne, lê bi asteke biçûktir. Vê ya 23-12-2022 jî, ji van bûyeran êdî divê Kurd bêhtir li Parîs û Fransayê bitirsin ku çalakiyên siyasî û kultûrî dikin, bi taybetî Kurdên Bakur an êdî divê tirsa wan nemîne. Hikûmetê gelekî gotiye, wezîrê dadê gotiye û wezîrê navxwe gotiye, navendên Kurdan wê biparêzin?
Kendal Nezan: Kurd şer û têkoşînekê birêve dibin. Di şer de jî bereyên hundir û yên derve hene. Dijminên me jî karînên wan hene li derve jî hin tiştan bikin, weke nimûne, li dijî Enstîtûyê di dema Sedam de, du caran tundî çê bû, lê em bêdeng man ango me ji hikûmeta Fransayê xwest ku encamderan diyar bikin wan jî yekser diyar kir ku istixbarata Iraqî ye, lê çima em bêdeng man? Ji ber ku me nexwest Kurdên me bitirsin û çûn û hatina me kêm bibe, diyar bû ew jî tiştekî xwezayî ye, ji ber ku li dijî wan, me dengê gelê Kurd gihande nerîna giştî, li Fransayê riswa bibûn, êdî wan xwest tola xwe bisitînin. Lê ez dixwazim ji Kurdan re bibêjim, ku tiştên wiha li dijî Kurdan tenê nabin, ev bêhtirî pêncî salî ye ez li vî welatî me, eger qet nebe, kesên ku min ji nêzîk ve ew nas kirin, ji miletên din çend kesên din hatin kuştin, yek ji wan nûnera Afrîkaya Başûr bû, wê demê (The African National Congress (ANC)) bi du kuçan li jêra me bû, navê wê (Dulce Septembre) di 1988 de hate şehîdkirin, û gumana ew bû ku bi destên istixbaratên wî welatî yên wê çaxê, dema (Apartaid) bû, lê polîs her çiqasî lêkolîn kir û virde wirde, lê karekî ewqasî profisyonel bû ku, tevî ku gumanên wan hebûn, lê nikarîbû zelal bikin, êdî kesek nehate diyarkirin. Çend kesên Filestînî hatin kuştin, wan dizanîbû ku bi awayekî Mossad e, lê nikarîbûn faylên wan bigirin. Parîs paytexteke siyasî ya Ewropayê ye, kesên çar aliyên dunyayê, ji ber sedemên têkoşîna xwe ya siyasî direvin, têne vê derê bicih dibin, kêm kes diçine Berlînê yan cihên din. Li Londonê kêm kes hene diçinê, Rûs û welatên Ewropaya rojhilat diçinê, êdî ji ber ku ew kes hemû li vê derê ne, berî wan jî di van 20 - 30 salên dawîn de, hin kuştin hatine kirin û gelek caran jî encamderên wan diyar nebûne. Mixabin, ev beşek ji rîskên têkoşerî ye. Mirov li mala xwe be tiştek e, lê dema mirov dikeve têkoşîna siyasî û kultûrî hin rîskên wê hene, ya me jî wiha ye, lê dîsa jî em nabêjin, ev yek qeder e, û em dê pêşiya wê bihêlin, lê belê heta em bikaribin em ê li pey vê pirsê bin, ku zelal û ronak bibe, ka kî li pey vî kesî bû.
Rûdaw: Cenabê te kesekî akadîmisyen e, berdewam di nav aliyên Kurdan jî de bûyî, ji vê bûyerê ve, Kurdan hejmarek ji çalakiyan kirin û berdewam e û rojên bên jî wê çalakiyên wan hebin. Di yekê ji van çalakiyan de, hinek tundûtûjî hebû, êrîşkirina li ser otomobîlan bû, şewitandina cihan bû, di nav nerîna giştî ya Kurdî de, gelek kêş û vekêş li ser wê yekê hebûn, li gorî cenabê te, we Kurdên Fransayê şopand, bandora vê bûyerê li ser Kurdan çawa bû? Hinek dibêjin, wêneyê me xirab bû, hinek dibêjin, Fransa hînî vî awayê xwepêşandanan bûye. Şiroveya te û xwendina te ji bo vê yekê çi ye?
Kendal Nezan: Wê rojê ez li Meydana Republikê bûm, ligel wezîrê kultûrê yê berê yê Fransayê Jack Lang bûm, ku serokê Enstitûya Welatên Ereb e, û kesayetiyekî gelekî binavûdeng e, û hin parlementerên çep ên Sosyal ên din, em li wê derê bûn, bi qasî katjimêrekê me dît ku, otomobîlek derbas bû û ala Tirkiyê li ser bû û bi destên xwe, ew nîşana MHPê heye radikir, êdî xanima ku civîn birêve dibir, navê wê Bêrîvan bû, bi Tirkî û Kurdî ji wan re got, hevalino neyên provokasyonê, di cihê xwe de rawestin. Hin Kurd ji Almanya û cihên din hatibûn, xort bûn pey wan ketin, polîsî jî hawîrdorî meydanê girtibûn, xwepêşandan tenê li meydanê bû, polîs wiha bawer dikir ku xort êrîşî polîs dikin, êdî wan jî bersiva wan da, êdî şer germ bû, lê min ev yek di televizyona Fransî de jî got, nabe ku vê bûyerê mezin bikin. Li aliyekî sê kes hatine kuştin, li aliyê din sê çar otomobîl hatie wergêran û virde wirde çend kevir an tişt avêtine ser opolîsên Fransayê. Ev yek herdemê li Fransayê diqwime. Ji wê gelek tiştên girîngtir diqewimin, dema gundiyên Fransayê bi hesin û traktorên xwe dikevine nav bajêr û hin caran tiştên siyasî, weke wan ên Êlekên Zer ketin nav bajêr, agir berdane gelek deveran. Ev li ber wan gelekî tiştekî kêm û sivik e.
Ez bi tenê na, lê belê min pêwendî ligel televizyonan kir, ku ev tiştên wiha belav dikin, ji aliyekî ve behsa kuştina mirovan bikin, sedemên wê çi ne, li aliyê din jî waliyê Parîsê bi xwe got, 20-30 keç û xortên radîkal, em hemû nizanin ku ew Kurd in jî, hinek ji wan, belkî ne Kurd bûn, ji ber ku ser rûyê wan girtî bû, û em dizanin ew ne yên vê derê ne, ango yên ku ji welatên din hatine û ketine nav vê yekê. Divê em vê yekê wiha bibînin ku tiştekî biçûk bû, birîndarekî giran nîne. Êdî wan ew rûpel wiha girt.
Êdî ez dixwazim ji bo nerîna giştî ya Kurdan bibêjim, tiştê li Fransayê diqewime mezin nekin, ew navê Kurdan xirab nake. Weke hemû miletan, di nav miletê me de jî hin xort hene xwîna wan germ e, tişt miştên wiha dikin, divê em şîretê li wan bikin. Ya rastî jî, piştî wê rojê civînek çê bû, hemû aliyên Kurdan û dostên Kurdan jî, ji berpirsên xwepêşandanan re got, tiştekî bêdeng çê bikin, û doza we dozeke rewa ye û nabe hin tevgerên tundrew bi ser wê dozê leke bin. Êdî birêveçûna ku piştre çê bû, bêdeng bû, bê ala û bê tiştek. Kurdên me jî hin bi hin fêr dibin, ji ber ku welatên ku jê tên demokrasî nîne, mafên mirovan nînin, fêr bûne polîs êrîşî wan dikin, ew êrîşî polîsan dikin, êdî heta ku li vê derê bi awayekî din têbigihêjin, dem pêwîst e. Êdî birêveçûnên piştî wê, bê tundî û bê pevçûn derbas bûn. Bila nerîna giştî ya Kurdî xemê nexwe, Fransa ib hemû partiyên xwe yên siyasî, piştevanên doza Kurdî ne, ji ber ku dozeke rewa ye û maqûl e. Êdî dema serokê welatê me dostaniya xwe û piştevaniya xwe da gelê Kurd, gelekî girîng e.
Rûdaw: Divê Kurd çi bikin, ji bo gumanên wan nemînin, hem li ser bûyera 2013 hem jî li ser vê bûyerê û hest bikin ku bi rastî jî Fransa hewl dide, ku ew parastî bin û kar û çalakiyên xwe yên kultûrî û siyasî bikin. Çi ji wan tê xwestin, bi taybetî ew ên ku niha nûneratiya van saziyên Kurdan dikin, ku hevalên wan, endamên wan û alîgirên wan, di vê bûyerê de bûne qurbanî?
Kendal Nezan: Berî niha jî me gotiye, doza Kurdî dozeke rewa ye, êdî doza rewa divê em bi awa, rê û metodên rew bipêş de bibin, ne ku bînin zemînekê ku tê de şer û pevçûn û xirecir hebe. Ew awayên rewa jî ew in ku, prosesa dadê ye, di wir de parêzerê wekîl ên me yên gelekî baş hebin, û bi postên xwe vê pirsê zelal û ronak bikin. Ya duyem, li Parlemana Fransayê, gelek dostên Kurdan hene, ku li wê derê li ser vê vê dozê, herdem ji hikûmetê bipirsin, em bibêjin a 2013 hin belge û hin dokument hene dibêjin, ew raz, sir û nihêniyên dewletê ne. Ez bawer dikim ku polîs guhdarî li kê kiriye û li kê temaşe kiriye û nekiriye, ji bo metodên wan diyar nebin, heta niha tiştek ji wan xwestiye, lê nedaye. Êdî parlementer dikarin hikûmetê neçar bikin ku dokumentan jî bidin ku guman li ser polîsên Fransayê nemîne. Li aliyê din, di nav nerîna giştî de, em di medyayê de, herdem beşdar bibin, dengê Kurdan bilind bikin, lê bi awayekî maqûl, ev yek pêkan e. Di nav civaka Kurdî de îro, li Fransa niha hejmmara Kurdan derdora 400 hezar kesî heye. Sala 1971 dema me yekem Newroz li Parîsê kir, em 12 kes bûn, yek ji wan jî Mîr Kamîran Bedirxan bû. Êdî dinerin di nav 50 salî û şûnde, 400 hezar Kurd hene, di nav wan de gelek profesorên zanîngehê hene, parêzer hene, endazyar hene, rojnamevan hene, nivîskar hene, hemû ne li nav tevgera milîtan in, ji ber ku ne cihê wan e, lê li nav civaka Fransayê de, dengê wan tê bihîstin, bi nivîsînên xwe, bi pirtûkên xwe bi axaftinên xwe, dikarin beşdar bibin û nerîna giştî agahdar bikin. Êdî ew dê karê xwe bikin û ew ên milîtan jî dê karê xwe yê milîtanî bikin, lê em ji hemûyan re dibêjin, em yek milet in, yek parçe ne. Dema Qasimlo li Viyênnayê tê kuştin, Şeref Kendî li Berlînê tê kuştin, sê jinên Kurd li Parîsê têne kuştin, miletê Kurd armanc e. Divê Kurdên Fransayê yekdeng bin, di van dozên han de, hemû piştevaniya hev bikin. Wekî din jî, weke hemû miletan, partiyên me hene, dîtinên siyasî hene û kesên kultûrî hene, lê di rojên reş de em herdem bi hev re bin dengê me xurtir e, û hejmara dostên me bêhtir dibe, ew jî piştrast dibin û piştevaniya me dikin.
Rûdaw: Pirsa dawiyê bikin dokto, ji derveyî siyasiyan, ji derveyî parlementer û endamên şaredariyan, heta serokomarê Fransayê jî, nerîna giştî ya Fransayê, civaka Fransî, ev bûyer nas kir tê de gihişt û xwe ji Kurdan nêzîk dîtiye yan jî, hevsozî nebû?
Kendal Nezan: Bi qasî ku em pê dizanin, ji hemû aliyên Fransayê gelek peyam ji me re hatin, peyamên piştîvaniyê. Vêce hin mirov hene dibêjin, li hember wê yekê dewleta me bêdeng bimîne, lê em bêdeng namînin, ji ber ku baweriya me bi biratiya gelan heye. Diruşma Fransayê ew e ku, azadî ye, ku ji bo wan azadî gelekî girîng e. Birayetî ye, ew jî gelekî girîng e. Vêce xelk bi wê baweriyê û Kurd jî têne hezkirin. Li tevahiya Fransayê, berî çend salan, rapirsiyek çê bibû, ez bawr dikim derdora 85-90% got em piştevaniya vê doza rewa dikin. Yê ti miletê din ewqas nîne, eger tu bibî ser pirsa Filestînê dibe ku ji sedî 25 dernekeve. Êdî ev yek ji bo me piştevaniyeke mezin e, divê em jî bi her awayî, vî sermiyanê moralî biparêzin, û hebûna hikûmeta Kurdistanê, ku li wê derê Pêşmerge şerê DAIŞê dikin, li Rojava jî, şervanên keç û xortên Kurd şerê DAIŞê dikin. Kurdistanê ne hindikayî ne, lê beşek ji civaka Kurdî ne, lê kiriztiyanên Kurdistanê diparêzin, kesên din diparêzin, ev di nav nerîna giştî ya Fransa û cîhanê de, bandoreke gelekî baş dike. Yek ji wan ew bû ku rojekê televizyoneke Çînî, CCTV hate hevpeyvînê bike, min got, çend temaşevanên we hene, got, 300 – 400 milyon hene ji bo bernameya wan. Min got, Kurd têne naskirin? Got belê Kurd têne naskirin, vêce çi li vê derê qewimiye em dixwazin hûn ji me re bibêjin. Li Çîn, Amerîka û Japonê, navûdengê Kurdan baş e, xirab nekin. Cîhan hemû dostên me ne, eger Kurd jî dostên hev bin, baş e êdî em ê rizgar bibin, dem pêwîst e, lê em ê rizgar bibin.
Hevpeyvîn: Rûdaw