Kendal Nezan: Macron lobiyek bibandor ji Kurdistanê re pêkanî û dike

Serokê Enstituya Kurd a Parisê Kendal Nezan, di bernameya BasîRoj a Kurdistan24ê de li ser rojeva Kurdistanê û siyaseta Fransayê nirxand.

Serokê Enstituya Kurd a Parisê Kendal Nezan, di bernameya BasîRoj a Kurdistan24 de ragihand ku, di pêvajoya piştî referendûma serxwebûna Kurdistanê de Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron lobiyek piştgiriyê ya mezin ji bo rêgiriya dorpêça liser Kurdistanê pêkanî û her berdewam jî lobiya piştgiriyê ji Kurdistanê re dike.

 
Kendal Nezan da zanîn ku, li Fransayê piştgiriya raya giştî ya Fransayê ji bo Kurdistanê di astek gelek bilind de ye, dikare bigihe ji sedî 98an. Herweha heman nêzîkahî di nav platform siyasî ya Fransayê de jî heye û hemû partiyên Fransayê di piştgiriya Kurdistanê de xwedî helwêstên erênî ne. Raya giştî ya Fransayê, Kurdistanê wekî hevpeymanek xwe ya sereke dibîne û modela pêkvejiyanê û yeksaniyê di navbeyna pêkhate, olî,  rola jinê, dinamizma ciwanan wekî modelek serkeftî li herêmê dibîne.

 

Serokê Enstituya Kurd li Parisê herweha diyar kir ku, Fransa dixwaze li rojavayê Kurdistanê bi beşdariya hemû pêkhate, aliyên siyasî, di çarçoweya yekrêziya Kurd de jî, rêvebiriyek nû û serkeftî pêk were û piştgiriya xwe ji bo vê bi awayek zelal û vekirî diyar kiriye.

Kendal Nezan girîngiya yekrêziya Kurd wekî bîngeha serkeftina doza Kurd binav kir û herweha xebata lobiyê li Ewrûpa jî bi girîngî destnîşan kir.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin