Ji ber ku hikûmeta navendî ya Iraqê biryar da ku li gundê Topzawa yê Kerkûkê di erdên welatîyên Kurd de rêyeke nû çêbike di nav leşkerên Iraqî û şênîyên Kurd de alozî derket.
Gundîyên kurd ragihandin ku leşkeran gotine “Ev Kurd in, gule li wan bireşînin” û êrîşî wan kirine.
Leşkerên Firqeya 11 a Artêşa Iraqê li gundên Topzawa, Kızılyar û Tirkalan ên başûrê Kerkûkê bi hezaran donim erdên şênîyên Kurd û Tirkmenan bi hinceta “zevîyên Wezareta Parastinê ne” desteser kirin û tê de baregehên leşkerî saz kirin.
Gundiyên ku ev demeke dirêj e li dijî desteserkirina erdên xwe berxwe didin, di mehên dawî de dest bi grevê kirin lê ti encam bi dest nexistin.
Leşkerên Firqeya 11 duh ji bo çêkirina rêyeke nû li ser erdên cotkaran li gundê Topzawa dest bi xebatê kirin. Di navbera cotkarên Kurd û leşkerên ku bêyî destûra wan dixwestin li ser erdên wan rê bê çêkirin de alozî derket.
Di dîmenên ku di kêlîya alozîyê de hatine kêşan de xuya dibe ku nêzîkî 100 leşker, bi dar û qunçikên çekan li gundiyan dixin.
Derbarê mijarê de yek ji şêniyên gund Berzan Nazim ji Rûdawê re ragihandiye ku leşkeran gel kom kirine û ji wan re gotine ku wê dozer werin rê vekin. Ji ber wê jî divê maşînên xwe ji nav zevîyan derxin. Berzan Nazim got: “Nêzîkî 100 leşker bûn, yek ji zabitan ferman da: 'Kurd in, guleyan li wan bireşînin!' Hemû leşkeran êrîşî me kirin û bi quncik û daran li me dan. Ew bi çek bûn û em li baxçeyên xwe rûniştî bûn.”
Erdê ku tê plankirin rê lê bê çêkirin aîdî welatiyekî Topzawa yê bi navê Nazim Ehmed e. Cotkarê Kurd ku li dijî radestkirina zevîyên xwe ji bo artêşa Iraqê derketibû, demek berê hatibû binçavkirin û piştre bi danîna barimte hatibû berdan.
Nazim Ehmed, anî ziman ku yekane armanca artêşa Iraqê bi talanî desteserkirina zeviyan e û got, “Dema em bi zarokên xwe re hatin vir, leşker jî li vir bûn. Li ser axa min agir pêxistin, ji nişka ve nêzî 100 leşkeran êrîşî me kirin û li me xistin. Min ev hemû ji fermandarê Firqeya 11'an re got, lê wî got ku tiştê qewimîye wî eleqedar nake."
Piştî bûyeran gundiyên ku bi Fermandarê Tumenê re hevdîtin pêk anîn hatin agahdarkirin ku xebatên rê bi awayekî demkî hatine rawestandin.
Nûnerê gundê Topzawa Satih Nisaih jî got, "Wan ji me re got ku rêyek alternatîf ji rêya ku ew niha lê dixebitin diyar bikin. Me got jixwe sê rêyên cuda yên ber bi baregehê ve hebûn û ne hewceyî rêyek nû bû. Artêşê, çêkirina rê bi awayekî demkî rawestand, lê belê ew ê di demek nêzîk de ji nû ve dest pê bikin."
Artêşa Iraqê plan dike ku di nava 3 salan de 3 baregeh û 380 avahiyên leşkerî yên nû li Topzawa û gundên Yaycî û Tirkalan ava bike. Lê belê cotkarên Kurd û Tirkmen ku xwediyên eslî yên erdan in, tevî ku xwedî tapone jî, li dijî van kiryaran derdikevin.
Li Kerkûkê piştî 1975an bi biryara rejîma Baasê zêdetirî 400 hezar donim zeviyên çandiniyê yên Kurdan û Tirkmenan li ser navê wezaretên Petrol, Parastin, Darayî û Çandiniyê hatin desteserkirin û beşek ji wan hatin hatin destguhertin û erebên ku ji derveyê Kerkûkê anî li ser wan zevîyan bi cî kirin.