Li Kerkûkê dema kêlana zeviyan hatiye. Lêbelê erebên hawirde (dagirker) û destûr nadin kurd zeviyên xwe bikêlin. Kesayetiyekî Eşîra Saleyî ya kurd jî derbarê gûherîna demografiyê de hişdariyê dide rayedarên Iraqê.
Nebez Saleyî dibêje, "Nêzîkî 300 hezar donim zevêyên çandiniyê li navçeya me heye. Lêbelê ji me re kêşeyan dirûst dikin û hewl didin bibin rêgirê kêlana zeviyan me."
Saleyî destnîşan dike ku, "Enfal (komkûjî) bi serê me hatiye û bi zordestî ev der bi me dan terkkirin. Ev axa me ye, me bi xwînê avdaye, em ti caran dest jê bernadin. Sala 1963yê serdema Şêx Ehmed li dijî Hêza Niştimanî (ya Iraqê) ev der parast. Vêca 2020ê bila Erebên Hawirde xwe bi xeyalên vala nexapînin em bo wan nahêlin."

Herwiha li Xûrmatû jî planeke gûhorîna demografiyê li dijî kurdan dest pê kiriye.
Twana Şêx Letîf cotyarekî ji navçeyê ye û ji Kurdistan24 re dibêje, "Kêşeya petrol û zeviyan li navçeyê bûne kêşeyên serekî. Em xwediyê van milk û erdan in û heqê me li ser heye. Lê îsal em bêhêvî bûne ku bigehin heqê xwe. Berpirs kêşeyan her mezintir dikin û dixwazin zeviyên me ji bistînin."
Desteyek ji parlamentoya Iraqê çûbû van deveran û ji hêzên Iraqî xwestibûn kû alîgiriya erebên hawirde (dagirker) nekin. Bêalibûna xwe biparêzin. Lêbelê hêzên leşkerî yên li deverî gûh nadin biryarên parlamentoyê. Piştevaniya erebên hawirde dikin.
K24