Kerkûk – Terorîstên DAIŞê kesek kuştin û yek jî revandin

Terorîstên DAIŞê li Kerkûkê kesek kuştin û yek jî revandin. Berpirsekî wê parêzgehê jî dibêje, DAIŞ ji alozbûna rewşa Kerkûkê sûd werdigire.

Qaymeqamê nahiya Yaycî ya Kerkûkê, Felah Xelîl ji BasNewsê re got, şeva borî terorîstên DAIŞê li nêzîkî gundê Bacwan yê nahiya me kesek kujştin û yek jî revandin.

Felah Xelîl her wiha got, terorîstan kincên serbazî li xwe kiribûn da ku kes wan nas neke.

Qaymeqamê nahiya Yaycî anî zima ku rewşa ewlehiya Kerkûkê xirab û got, terrorist jî ji vê yekê sûd werdigirin û bi hêsanî çalakiyên xwe dikin.

 

 

Kurdîstan Haberleri

Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye
Komîteya Destûrê: Navê welat wekî Komara Erebî ya Sûriyeyê dimîne