Hat ragihand ji ber şer û pevçûnên li parêzgeha Kerkûkê li wî bajarî nimêja înê nayê kirin.
Weqfa Sunne ya Kerkûkê ragihand deriyê mizgeftan hatine girtin û nimêja înê jî nayê kirin.
Çekdarên DAIŞê îro demjimêr 03.30ê danê sibê êrîşî avahiya parêzgariyê, rêveberiya kevin a polîsan, baregaha asayîşa Kerkûkê û çend avahiyên dibistan, mizgeft û hotêlekî kirin.
Çekdarên DAIŞê îro demjimêr 03.30ê danê sibê êrîşî avahiya parêzgariyê, rêveberiya kevin a polîsan, baregaha asayîşa Kerkûkê û çend avahiyên dibistan, mizgeft û hotêlekî kirin.
Li gorî gotina Parêzgarê Kerkûkê li hemû bajêr rewşa ewlekariyê di bin kontrola hêzên ewlekariyê de ye û tenê di nava mizgeftekê û çend avahiyên bilind xwekujan xwe veşartine û niha ew jî ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatine dorpêçkirin.
Necmedîn Kerîm diyar kir ku hejmareke zêde yê koçberan hatine hemû bajarên Kurdistanê û metirsî heye ku di nava wan de çekdarên DAIŞê jî hebin.