Zanîna me kêm e û ev nezanîn rê li ber me girêdide. Di vê rêya nezanînê de pîyên me jî li hev diwerqilin û devdevkî em dikevin erdê. Lê di van rewşên wiha de em timî naletê li dîrokê tînin û em dibêjin “Dîrok xwe dîsa dubare kir”. Lê ya rastî sûcdar û gunehkar jî em in ne dîrok e. Em timî bi vê mantiqê sûç û gunehkarîya xwe diavêjin paş perdê.
“Dîrok xwe timî dubare dike” ne gotineke rast e. Di dîrokê de her bûyer carek tenê diqewime û dubarebûna wê bûyerê careke din pêkan nîne. Mesela Serhildana Gandhî di dîrokê carek tenê qewimîyê û carek din pêkan nîne ku ev bûyer dubare bibe. Lê di dîrokê de gelek bûyer, sedem û encama wan dişibin hev hene lê ev nayê wê wateyê ku “dîrok xwe dubare dike”.
Ya ku dikeve ser milê me ew e ku em dîrokê baş bipalênin û tişta ku feyde bidê me em jê bistînin. Wê demê çi pirsgirêk derkeve pêşberî me em ê bi rehetî bikaribin xwe jê azade bikin. Ev yek bi temamî di destên me de ye.
Baba Tahir hezar sal berê gotibû “Nezanîn kêmasîyek e, hînnebûn kêmasîyeke dubare ye”. Ger em hîn nebin û kêmasîyên xwe dubare bikin wê demê dê evd jî, dê dîrok jî û dê Xwedê bi xwe jî li me bixe.
Fermana Xwedê ya pêşî “Îkra” (Bixwîne) ye û ev fermana Rebb-il Elamîn ji alîyê Cebraîl ve sê cara hatîye dubarekirin. Rebb-il Elamîn dizane ku yê xwenda dê timî bighîje heqîyê û dê bi rehetî bikaribe reşî û spîtîyê, rastî û şaşitîyê ji hev derxîne.
Emanet! Xwendin bila bibe karê we yê pêşî. Ev xwendin hem wê we, hem wê me û hem jî wê welatê me ji serdema reş û tarîyê dê derxe serdema xweşî û azadîyê.
Bi xwendinê meriv dibe meriv û meriv bi saya xwendinê dibe medenî. Cihê ku xwendin lê hebe dîrok xwe ne ji alîyê xirab ve dê xwe ji alîyê xêr û xweşîyê ve biguherîne. Wê demê dê welatê me û cîhan bibe baxek ji baxê bihûştê.
Bêguman kesê ku ji bo evdên Xwedê û netewa xwe (Ne tenê ji bo xwe an ji bo nasê xwe) vê cîhanê bike bihûşt dê li wê dinya din jî bigjhîje bihûşta ebedî. Lê kesê ji bo bihûşta wê dina din vê dinê bike dojeh dê tu carî neghîje meqseda xwe û dê cihan wan timî dojeh be. Serê her selametî, xêr û xweşîyê “Xwendin” e.
Şêx Mûşerref El Xenokî jî pirr qîmet daye xwendinê û ji bo şaqirtên xwe yên medreseyê mûqeddîmeyek nivîsandîye û di vê berhema xwe de li ser xwendinê gelleke şîret li xwendekarên xwe kiriye. Yek ji wan şîretên mûqeddîmê ev e: “Kesê xwende muheqqeq her emîr e, nexwende her wekî pîvaz û sîr e”. Gotinek pir sade, rast û kin e.
Li ber me du rê hene, serketin (emîrtî) an jî binketin (pîvaz û sîr). Di dualîzmê de rêya sisiya tune ye û dê nebe jî. An wekî her netew û wekî hemû mirovên medenî em ê bibin emîr û em ê bi ser bikevin an jî em ê bibin pîvaz û sîr û emê binkevin. Tercîh a me ye.
Em muhtacê hev in, axa me û qedera me yek e ne çar parçe ye. Tercîhên me dê qedera me tevan biguherîne. Lewma tercîhên xwe timî ji alîyê baş ve bikin ku em wekî hemû netewan bighîjin xêr û xweşîyê.