Kesek tevî bombeyên bi ser ve hat desteserkirin

Li Rihaya Bakûrê Kurdistanê gumanbarek tevî bombeyên bi ser ve hat desteserkirin.

Li qada Haşimiye ya Rihayê ku hatinûçûn li wê deverê gelek zêde ye, gumanbarek ji aliyê hêzên polîsên Tirkiyê ve hat desteserkirin.

 

Piştî lêgerînên polîsê wî welatî hat dîtin ku wî kesî li ser bedena xwe bombe bicih kirine. Guman li ser wê heye ku wî kesî amadekarî dikirin bo ku êrişeke xwekujî encam bide. 

 

Hêzên polîs ên wî welatî rêyên derdikevin bo wê qadê girtine û dever dorpêç kirine.

 

Siyaset Haberleri

Keşeyê Dêra Kurdî: Kesên ku çûbûn Rojavayê Kurdistanê vedigerin Libnanê
Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk Li Parîsê Konferansek Da
Nêçîrvan Barzanî: Jinên Kurdistanê her tim avaker û parêzvanên xak û welat in
Jens Galschiøt: Em dê ji bo bibîranîna Enfalê peykerekî çêbikin
Xwepêşandanên Mahsa Amînî | Rejîma Îranê cezayê îdamê da 6 kesên din!