Di nûçeya CNN Turkê de hat gotin ku keştiya Donald Cook a Amerîkayê ji bêndergeha Larnaka ya Qibrisê derkeviye û nêzî avên Sûriyeyê bûye.
Li gor nûçeyê Keştiya fuzeyan a Donald Cook (DDG-75) a bi cureyê ‘Arleigh Burke' bi qasî 100 kîlomtreyî nêzîkî Tartûsê bûye.
Hesabê USNavyEurope jî li ser tevgera keştiyê parvekirineke wiha kir: "Keştiya USS Donald Cook ji keştîgeha Larnacayê ya Qibrisê îro 9ê Nîsanê derket, piştî ku serdana xwe ya keştîgehê ya 7ê Nîsana 2018an de temam kir."
Agahî tên…