Nîjeryayê keştiya li ser çemê Egbînê ku rêwiyan dibir û dianî binav bû, 22 rêwî wenda ne, 3 kes hatin rizgarkirin û 2 cesed ji çem hatin derxistin.
Di keştiyê de bi temamî 27 kes hebûn.
Koordînatorê ajansa rêvebiriya lezgîn ya Lagosê (SEMA) Olufemi Oke-Osanyintolu, ragihand ku keştî di ser kapasîteya xwe de bar û rêwiyan hilgirtiye û lewra binav bûye.
Xebata lêgerîn û rizgarkirina rêwiyan dewam dike.