Nezir Akat
Di sala 1920an de, wexta di bin serokatîya Feysel de dewleta Iraqê hate avakirin, Mesûlê Cemîyeta Miletan weha dibêje: “Me li tevaya dokumentên dîrokî lêkolîn kirin; lê bi navê Iraqê me tu dokument peyda nekirin” Birêz Celal Talabanî dibêje: “Wexta Iraq hate avakirin, wîlayetî Musil ne dinav statuya dewletê de bû û Kurdistan ne wek beşek ji Iraqê bû. Wexta Ingilîzan Feysel anîn Iraqê jê re gotin: `Kurdistan ne beşek ji dewletê ye.` Di 1922an de Ingilîz û Iraqîyan, li ser statuya Kurdistanê misoger bûn. Feysel bixwe nizanibû hudûdê Iraqê hata ku ye. Hudûdê Iraqê, li gor Ingilîzan, heta çîyayê Hemrînê bû”.
Li gor vê pêvajoyê ji bo başûrê Kurdistanê ango wîlayetî Musil, derfetek girîng peyda bibû. Tevgera Şêx mahmûd bi hêzên Kurdistanê û bi Ingilîzan re li hev bikira, dikaribû ji bo Kurdan derfetek bidest bixista. Lê ji alîyekî din ve wexta mirov li rewşa Ingilîza û projeya wan ji bo Iraqê dinêre, bi zelalî xuya dibe ku di projeya Ingilîzan de ne Kurdistanek serbixwe ne jî Mîrektîyek serbixwe hebû. Lewra di projeya wan de Iraq bixwe jî ne wek dewletek serbixwe bû. Di bin mandatîya Ingilîzan de, dê dewleta Iraqê ava bibûya.. Ingilîzan di wê demê de li gor Prensîbên Wilsonî ku pêwîst bû miletan qedera xwe bi destên xwe tayin bikirana; mixabin ev prensîbên navneteweyî ji bo Kurd û Iraqîya derbas nedibûn. Li gor Ingilîza, her dû milet jî ne di asta avakirina dewletek serbixwe de bûn.
Li pêşîya Kurdan du rê hebûn:
1- Bi mandatîya Ingilîzan bidestxistina statuya dewletekê, her çiqasî ne pêkan bû jî.
2- Di nav tevaya Iraqê de Kurdistanek Otonom ku hudûdê wê hetanî çîyayê Hemrînê bû. Ji bo herdû rêyan jî grantorîya Ingilîzan û Cemîyeta miletan bixwestana. Lewra derfetek weha di wê rewşê de bi daxwazên Kurdan ve lihevkirî bû.
Lê mixabin alîkarîya Mustefa Kemal û pêwendîyên wî bi Şêx Mahmûd re, ji bo Ingilîzan cî û şupheya mezin bû. Şerê di nava Ingilîz û Kurdan de derket, dijî berjewendîyên Kurdan bû. Bawerîya Ingilîza têk birin û di makzagona Iraqê de, mixabin mafê Kurdan wek ji serî de plankirî bû cî negirt. Li vir mijara sereke pêwendîyên Kurdan bi dagîrkeran re ye. Ji dêvla Mustefa Kemal, pêwîst bû Şêx Mahmûd bi Ingilîzan re li hev bikira. Her çiqasî Ingilîz jî dagîrker bûn, lê Ingilîzan mandatî dixwestin. Bawerîya bi dagîrkerên Tirk re bêgûman tevgera Şêx Mahmûd têk bir. Ji van pêwendîyan tenê Tirkan fêde dîtin, Bi tehdîda serhildana Şêx Mahmûd Ingilîzan ber bi daxwazên xwe ve anîn û lihev kirin.
Kurdan di pêwendîyên xwe de, mixabin hetanî îro jî ji vê tecrubeya pêwendîyên bi dagîrkeran re sûd negirtine. Ev ji bo gelek tevgerên Kurdan rastîyeke. Pêwendîyên Rojhilat yên berê bi Seddam re, Pêwendîyên PKKe bi dewletên dagîrker re, pêwendîyên PDK bi Tirkîyeyê re, Pêwendîyên Yekîtîya Niştîmanî bi Îranê re, vê rastîyê him derdixîne rojeva Kurdan û him jî pêwendîyên partîyên navborî di nav Kurdan de tê minaqeşekirin.
Alîkarîya Tirkan ji bo Simko bi heman tecrubeyê ve bi hêsanî mirov dikare di nav vê tecrubeyê de şîrove bike.
Îro Başûrê Kurdistanê di qada navneteweyî û li gor makzagona Iraqê wek dewletek federal fermî bûye. Ev destkeftîyek bêhempa ye. Di dîroka miletê Kurd de derfeta herî mezin e. Pêwendîyên Dewleta Federal, bêgûman dê bi dewletên dagîrker re jî hebe. Pêwendîyên tîcarî û sîyasî yên desthilatdarîya Başûrê Kurdistanê bi gelek awayî pêwendîyên bi dagîrkeran re yên mecbûrî ne. Herweha pêwîst e di pêwendîyên xwe de, hesasîyeta beşên Kurdistanê li ber çavan bigre. Pêwendîyên desthilatdarîya Başûrê Kurdistanê, bêşik ne wek pêwendîyên PKKê, PYDê û ne jî wek alîyekî pêwendîyên Yekîtîya Niştîmanî nehênî ne. Di pêwendîyên xwe de eşkere û li gor pîvanên prensîbên navneteweyî ne. Lê xuya ye, pêwendîyên desthilatdarîya Başûrê Kurdistanê bi dewleta Tirk re, hestiyarîyek mezin di nava Kurdistanîyan de peyda dike. Lewra pêwîst e Başûr, di pêwendîyên xwe de hsasîyeta pêvajoya tevgera neteweyî bide ber çavan.
Bêgûman pêwendîyên Kurdan bi dagîrkeran re pirseke cidî ye ku mijara lêkolînê ye. Tenê dikarim bêjim ku pêwendîyên eşkere yên kurdan bi dagîrkeran re her çiqasî ne daxwaza piranîya Kurdan be jî, ne xeterîya esasî ye û ta redeyekê dikare bê fêmkirin. Lê pêwendîyên
nehênî û ne rewa yên Kurdan bi dagîrkeran re, xencera di pişta tevgera neteweyî de ye, xetera herî mezine û nayê qebûlkirin. Lewra pêwendîyên nehênî, di pêşîya tevgera Kurdistanîyan de xefika herî xeter e. Dahfikên nehênî, di her momentan de, dikare ji hêla pêwendîdaran ve wek xencera neyar, bi navê Kurdistanîyan di pişta tevgera Kurdistanê de biçike.
Pêwîst e tevgera neteweyî, ji alîyekî di pêwendîyên xwe de, bi prensîb be û ji alîyê din jî di derheqê pêwendîyên nehênî û ne rewa yên bi navê Kurdan ve pêk tên, hîşyar be û dij raweste. Bi bawerîya min, prensîba sereke ya tevgera neteweyî divê ev mijar bixwe be. Lewra helwesta welatparêzîyê ya sereke ev bixwe ye.
Nezîr Akat/ nezirakat@gmail.com
Nezîr Akat/ nezirakat@gmail.com
Bixwîne: Kî di pişta kê de xencer e -1 -
Bixwîne: Kî di pişta kê de xencer e -2-
Bixwîne: Kî di pişta kê de xencer e -3 -