Kî ne yên dijminê qewmê xwe?

Bubê Eser

Bi salan e, bi hezar salan e ku kurd dibêjin; ”Kew dijminê qewmê xwe ye.” Sedema vê jî weha tînin zimên.

Dema nêçîrvan kewê digire, wê di qefesekê de bi cih dike, datîne çolekê û dora wê hemî dike feq û ew jî xwe vedişêre. Kewa di qefesê de, bi tena xwe li wê çolê, dixwazî azad bibe.

Ji bona azadiya xwe jî bangî hevalên xwe, nas û dostên xwe ango Kewan dike da ku werin wê ji wî halî xilas bikin. Ji ber ku dema ew diqîre û gazî dike yên jê fêm dikin tenê Kew in. Loma ew jî berbi wê de direvên da ku wê ji wî halî derxin.

Lê ma Kew ji ku dizane ku nêçîrvan li ber wan jî feq vekiriye ku kî bê wê bikeve wê feqê. Heger kewa di qefesê de bizanîba ku nêçîrvan tiştekî weha kirî ye dibû ku bêdeng bima.

Niha em însan jî çi dema dikevin tengasiyê em berê gazî û hawara xwe, ji dê û bavê xwe re, ji kek, bra û xuşên xwe re, dûre ji hemî nas û dostên xwe re dibin, da ku alîkariya me bikin.

Ev yeka dibe sedem ku herkesên nas berbi ê rewşa wî/ê xerab de diharin. Çi ji kê hat alîkarî dikin. Wî/ê ji wî halê xerab xilas dikin. Lê tu feq li ber wan nehatiye vegirtin.

Niha di virde çi ferqa wê Kewa di qefesê de ye û însanên pêwîstiya wî/ê ji hevkarî û alîkariyê heye, heye? Ferq ev e ku kew nikare bifikire ku bê wê nêçîrvan çi bîne serê hevalbendên wê. Loma ew di wî cihê teng de diqîre da ku kewên din werin wê xilas bikin.

Ji ber ku ew daxwaza alîkariyê dike û dixwaze azad bibe, gazî li hevalbendên xwe dike. Di vir de ez bi xwe tu xaîntiya Kewê nabînim. Ez dibêjim kew ne dijminê qewmê xwe ye.

Yên dijminê qewmê xwe ew kesên xwe difroşên dagirkeran û bi xencera jahrîn li pişta welatparêzan dixin e. Yên dijminê qewmê xwe ew in ku xwe bi erzanî difroşin dagirkeran û dikarin bi rehetî serê apê xwe jî bikin bidin dijmin.

Yên dijminê qewmê xwe ew in ku li ser navê gelê xwe li gor biryara dagirkeran qewmê xwe dikujin û dixwazin welatên dagirkeran perçe nebe.

Yên dijminê qewmê xwe ew in ku zimanê xwe ji bîr dikin û bi zimanê dagirkerên xwe tevdigere û ew ziman hizr û baweriya xwe di mejiyê wan de bi cih dike da ku ji qewmê xwe bi dûr bikeve.

Yên dijminê qewmê xwe ew in ku Kurdistaneke serbixwe naxwazin û xortên kurdan di ber komara dagirkeran d didin kuştinê.

Yên dijminê qewmê xwe ji ruhiyeta kurdî dûr, bi ziman û baweriya dagirkeran mezin dibin in. Loma jî kesên weha nikarin bibin neteweyî. Kesên nebin neteweyî jî her gav dikarin ji bona berjewendiyên xwe her tiştên xerab bînin serê gelê xwe.

Îcar di virde, divê em hemî bi hevre ji nû de li ser rewşa Kewê bifikirin ku ew ne dijminê qewmê xwe ye. Yên dijminê qewmê xwe wan kesên, xaîn, welatfiroş, bi ziman û mejiyê dagirkeran mezin dibin û tevdigerin in.

Kew ne dijminê qewmê xwe ye. Ew tim hêvî ji qewmê xwe dike da ku werin wê ji wî halê xerab xilas bikin. Ew daxwazê ji wan dike ku wê azad bikin û di nava refê xwe de bifire. Ev daxwazeke xwezayî ye. Çima dibe dijminê qewmê xwe?