Ev bû demek dûr û dirêj ku di ser kuştina herdu Seîdan (Seîd Elçî û Seîd Kiziltoprak) re derbas bûye. Helbet kuştina wan ji bona Kurd û Kurdistanê û bi taybetî jî ji bona bakurê kurdistanê wendebûneke gelekî mezin bû.
Heger herdu Seîd sax mabana, bi hevre ya jî her yekî ji wan li gor fikra xwe lê li ser armancekê ku ew jî azadî û serxwebûna Kurdistanê bû, kar kiribana û ez bawerim wê kiribana jî, wê rewşa bakurê kurdistanê îro ne di vî halî de ba.
Ji ber ku piştî demeke dirêj, bi rabûn û şiyarbûna herdu Seîdan tevgera bakurê kurdistanê ji nû de zîndî bû. Tevgerên wan, kar û bi rêxistiniyan wan hemî ji bona azadiya Kurdistanê bû. Lê çi bû hê jî bi awayekî zelal û eşkere ev nehatiye zelal kirin.
Kî yê vê zelal bikin? Kê wê belgeyên asasî derxin, Kê wê çi demê vê ji gelê kurd re zelal bikin û gelê xwe bi ber meselê bixin niha ne diyar e. Lê tiştê diyar ev ê rojekê dê zelal bibe.
Loma divê em kurdên bakurê kurdistanê wan herdu camêrana, wan herdu nemirana weke serok, rêber û rêvebirên xwe binasin, bizanibin da ku tevgera niha heye, nekin qurbana hin Beko Ewana. Îro Beko Ewanê me ne yek in, gelek û gelek in. Divê em hay ji vê hebin.
Heger em hezkirên herduyan li hev nebin, nakokiyan weke hin dixwazin geş bikin, em ê hemî bi hevre wenda bikin. Di vê rewşa nazîk, di vê dema em kurdên bakurê kurdistanê li ber nemanê ne, meseleya herdu Şeîdan, çalak bikin, ne em ê bighêjin rastî yê, ne jî em ê weke em dixwazin bi belgeyên asasî meselê fêr bibin.
Ji bona fêrbûn û zelalkirina vê divê em bi tehamul û bi sebir bin, em hezkirên herdu Seîdan li gel hev, mil bi mil karê xwe bikin û dema rewş higişt qonaxa fêrbûna vê meselê wê bi zelalî û eşkereyî ev ê bê fêmkirinê.
Divê em gelekî şiyar bin û ji niha de li ser bûyereke hê nehatiye zelalkirin bi hevdu nekevin, gotinên ne li rê ji hevre nebêjin. Ji xwe wan Beko Ewanên hene jî vê dixwazin.
Binêrin di ser kuştina serokwezîrê Swêdî Olof Palme re ev 34(1986.2.28) sal derbas bû ku îro (10.6.2020) hate zelalkirin ku kujerê wî kî ye.
Bala xwe bidênê Swêd dewleteke bi çûk e, lê dikare dinyê daqurtîne. Bi teknîk û zanistiyên xwe, bi akademisyen û polîsên xwe yên gelekî zîrek jî, ev mesele kuştina serokwezîrê wan pişt ewqasî sal nû hate zelal kirin.
Em kurd nebûne dewlet, dem û dezgehên me yên fermî (ji bilî başûr kurdistanê) tune ye ku em bikaribin li ser vê bûyerê lêkolîn bikin û rastiya wê ji gelê xwe re eşkere bikin.
Helbet herkesek li gor xwe hin tiştan dizanin. Lê mesele bi zanîna şexsan nayê çareserkirin. Gelek caran nerînên yek alî şaş in. Loma jî dûre mirov lê poşman dibe.
Jibona vê yekê hêvî û rica min ji hezkirin herdu Seîdan jî ev e ku wan herduyan weke, rêberên xwe, serok û rêvebirên xwe binasin weha propaganda wan bikin da ku wan Beko Ewanên hene ji qehran biteqin.
Em weke hezkirin wan, vê ji dîrokê xwe re bihêlin. Tu tişt veşartî namîne, çiqas zeman jî di ser de here wê rojekê zelal bibe. Divê em bi sebir bin.
Em destê xwe bidin hev, herdu Seîdan bikin rêber û serokên xwe, li ser rê û rêbazan wan kurdistana xwe azad bikin da ku tola wan bê hilanîn.
Bi goftugoyên bê belge, bi nivîsên bê bingeh, bi axaftinên ku wê me ji hev dûr bixin, divê em nekin. Niha vê rewşa herdu Seîdan, ji dîrokê re bihêlin û karê li hember me tevan e, divê em bikin.
Rewşa bakurê kurdistanê gelekî xerab e. Hin destên tarî xulamokên dagirkeran bi her awayî di nava me de cihê xwe girtine da ku em nikaribin bêne ba hev. Beko Ewanên di nava mede, vê meselê geş dikin da ku hezkirin herdu Saîdan ji hev dûr bikevin. Ev jî tenha di berjewendiya dagirkerên me û alîgirên wan de ye.
Bi hêviya dilê xwe ji min negerin, dest bidin hev, wêne û ala herdu Seîdan bilind bikin, wan serok û rêberên xwe bizanibin da ku em bi hevre di tevgarekê de mil bi mil ji bona azadiya û serxwebûna bakurê kurdistanê li ser rêbaza herdu Seîdan bidomînin.
Ji bon a min herdu Seîd jî hêjayiyên me, serok û rêberên me ne. Divê em ala wan bilind bikin da ku ruyê wan şad bibe. Beko Ewana jî qahr bikin.