Berdevikê Ewlekarîya Neteweyî ya Qesira Sipî John Kirby îro Pêncşemê got ku îdiayên karbidestên Rûsya, ku dibêjin tilîya Amerîka di êrîşa dijî Kremlînê de heye, bêbingeh in.
Kirby dîyar kir ku Amerîka, Ukrayna sor nake û destûrê nade ku ew li derveyî sînorên welêt êrîşan li dar xe.
Rûsya do Çarşemê ragihandibû ku Ukrayna xwestiye serokê welêt Vladimir Putin bi êrîşeke dronî bikuje.
Kremlînê dîyar kiribû ku Ukrayna xwestiye bi du dronan êrîşê bibe ser avahîya Putin ya dor bi sûr, lê gotibû ku ew dron ji alîyê sîstemên berevanîyê yên elektronîk hatine xistin.
Berpirsên Rûsî îdia kiribûn ku di êrîşê de tilîya Amerîka jî heye.
Jêder: VOA, AFP
Kurdistan Haberleri
Heyeta DEM Partiyê çû Rojava da tevlî konferansa netewî bibe
Nadine Maenza: Şam ji bo avakirina hevgirtina civakî dikare ji Rojavayê Kurdistanê sûdê wergire
Brîtanyayê cezayên li ser wezaretên Parastinê û Karên Navxwe yên Sûriyeyê rakirin
Fesla Yûsif: Em dê mizgîniyê bidin gelê xwe
QAMIŞLO - Komkujiya Ermenan di 110emîn salvegera xwe de hat bibîranîn