Kirmaşan: 86 welatiyên Kurd hatine binçavkirin

.

Li gor Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, di rêpîvîna bêdengî ya xelkê Kirmaşanê de, ku êvareya roja 18ê Sermaweza 1401an a Rojî, li Taqewsanê bi rê ve çûbû, tenê hêzên ewlehî û serkutkar yên Spaha Pasdaran, 86 xwenîşander binçav kirine.

“Kurdpa”yê li gor çavkaniyek xwecihî daye zanîn, ev amare tenê wan kesan ji xwe digire ku ji aliyê hêzên Spaha Pasdaran a terorîst ve hatine binçavkirin û zelal nîne ku hêzên din û bitaybet hêzên Întizamî çiqas xwenîşanderên xelkê Kirmaşanê binçav kirine.

Êvareya roja Înê, rêkevta 18ê Sermaweza 1401an a Rojî, biryar bû ku xelkê Kirmaşanê bi rêpîvanek bêdengî li Bilwara Taqewsan heta sêrêya Meskenê, tevlî gireva seranserî bibin, lê  ev rêpîvana xelkê û aştîxwazane, bi midaxileya hêzên ewlehî yên serkutkar ber bi tundûtîjiyê ve çû û hejmarek zêde ji xelkê nerazî hatine girtin.

Kurdistan Haberleri

Qedexekirina alfabeyên kurdî yên Latînî, Kirîlî û Aramî - Veysel Vesek*
Koye / Cara yekem nexweşiya Kirim-Kongoyê li Kurdistanê hat tomarkirin
Partiyên siyasî yên Rojhilat li Iraqê hatin qedexekirin!
Sûriyê bendera Laziqiyê ji bo 30 salan da kompaniyeke Fransî
Şirketa Çînî li Xaneqînê rezervên nû yên petrol û gazê dîtin