Kiryar û êrîşên ”Rêveberîya Xweser” ji prensîbên civatek medenî, sivîl û demokratîk gelekî dûr in!

.

Rêveberîya Xweser, li gorî prensîp û îdeolojîya PKli rojavayê Kurdistanê bi metodên yekrengî, yekdengî û totalîterî ve civatê dîzayn dike. Ew ne li gorî berjewendîyên miletê Kurd, lê di xizmeta berjewendîyên îdeolojîk de tevdigere.

Bi dehan caran e ku ji alîyê hêzên nenas, lê ji alîyê raya kurdistanîyan ve naskirî ne, êrîş hatine ser medya derveyî îdeolojîya yekrengî û totalîter ya Rêveberîya Xweser. Êrîşên ”Ciwanên Şoreşger” û rêxistinên jinan yên bi ser PKK û Reveberiya Xweser ve û herweha helwesta îptalkirina destûra karê Televîzyona Rûdawê û qedexekirina karê wê li Rojavayê Kurdistanê, ne kiryarên meşrû ne û ne jî helwestên li gorî prensîpên civatek demokratîk in.

Civatek ku ji tora medyaya azad bêpar be, ne civatek vekirî û medenî ye. Rêveberîya Xweser, dixwaze civatê bi metodên şîdetê îdare bike. Ew tehamul û rêzê ji nerîn û helwestên cuda re nagre û dixwaze civatek li ser esasê yekreng û yekdeng ava bike. Ew dixwazin civata pirreng û pirdeng qedexe bike û bi vî awayî li dijî berjewendîyên xelkê tevdigerin. Mixabin îro li Rojavayê welatê me, binxetê, civatek weha ji reng û dengên civateteke pirreng bidûrketî û dûr tê ava kirin.

Em bangî Rêveberîya Xweser dikin ku rêzê ji nerîn û helwestên derveyî xwe re bigrin. Dest ji qedexekirina tv, radyo û partîyên derveyî xwe û ji destdirêjîyên nemeşrû û totalîter berdin.

Pirdengîya civata me dewlemendîya me ye. Ew bingehê civata şaristanîya Kurdistanê ye. Divê em bi hestekî neteweyî û demokratîk vê şaristanîya xwe ya dewlemend biparêzin!

Tevgera Demokratîk a Kurdistanê

TDK-TEVGER

06/02/2022

 

 

 

Kurdistan Haberleri

AMED - Bijîşk 4 rojan grevê dikin
Li Diyarbekirê Tora Mafên Zarokan hat damezirandin
Serjimariya giştî ya gel di roja xwe ya duyemîn de berdewam dike
Tirkiye li Rojavayê Kurdistanê hêzên xwe zêde dike
Hawrê Tofîq: Serjimêrî dê bandorê li hejmara kursiyan bike