PAK-Swêd li ser rewşa Kitêbxaneya Kurdî beyanek derxist, bi taybetî bangî Kurdên Swêdê kir ku destê alîkariyê bighînin kitêbxanê. Tevayiya bangê li jêr e:
Kitêbxaneya Kurdî ji bêperetîyê li ber girtinê ye. Alîkarîya maddî ya ku Kitêbxane ji dezgehên Swêdî digre têrî mesrefên kitêbxaneyê nake. Heger em kurdên Swêdê xwedî li Kitêbxaneyê dernekevin, di wexteke gelek kin de wê nikaribe kirêya xwe bide û bê girtin.
Kitêbxaneya Kurdî ya Stockholmê di 1997an de hatiye damezirandin û bêyî kitêbxaneyên Başûrê Kurdistanê li dinyayê yekta kitêbxane ye ku derîyê wê heroj ji xelkê re vekirîye. Kitêbxane çi bigre her hefte nivîsakarekî Kurd bi berhemek wî/wê re bi Kurdên Stockholmê dide nasîn.
Li Kitêbxaneyê bi zaravayên cûda li dor 13 hezar pirtûkên bi kurdî hene. Li dor 1300 weşanên peryodîk hatine arşîv kirin. Belavok, daxuyanî, fotograf, afîş jî tên arşîv kirin. Hejmarek gelek mezin pirtûkên heyî hatine dijîtalîzekirin.
Hatinîya sereke ya Kitêbxaneya Kurdî ji Daîreya Çandî ya dewleta Swêdê û ji Şaredarîya Stockholmê tê. Alîkarîya her dû dezgehan jî li gor çalakîyên Kitêbxaneyê ye. Ev çend sal in alîkarîya ji her du dezgehan tê, kêm bûye, rewşa Kitêbxaneyê ji alîyê aborî de, ne baş e.
Ji ber em bê dewlet in, divê em wek milet dezgehên xwe ava bikin û xwedî lê derkevin. Kitêbxaneya Kurdî dezgeheke hêja ye, gelek xebatên rind kirine, bûye mala hemû kurd û Kurdistanîyan.
Kitêbxaneya Kurdî di rûpela xwe de behsa rewşa Kitêbxaneyê dike û bangî hemû partî, kes û dezgehên kurdan dike ku alîkarîya Kitêbxaneyê bikin.
Ji bo Kitêbxaneya Kurdî bijî divê em him planên dûr û dirêj, planê nîv-demî û planên nuha deynin ber xwe. Yên nuha em bikin ev in;
-Em beşdarî kampanyaya ”her kes mehê 100 kron bide”, bibin. Heger ev hejmar bigihîje 400 kesî, kitêbxane wê bikaribe bîhna xwe vede.
-Em bi malbatî kampanyaya ku ji Kitêbxaneyê pirtûkan deyn werbigrin vekin. Alîkarîya ji Şaredarî û Dezgeha Çandê ya dewletê tê bi hejmara pirtûkên ku mirov ji Kitêbxaneyê deyn girtîye ve paralel e.
-Hemû partî, komele, kes ji bo civîn, şahî û şînên xwe lokala Kitêbxaneyê kirê bikin. Em wek PAK-Swêd ev demeke ji bo civînên xwe salona Kitêbxaneyê kirê dikin.
Kurdên Swêdê bê deng nemînin, xwedî li warê xwe derkevin!
Em bi hev re li Kitêbxaneya xwe xwedî derkevin!
PAK-Swêd
(Piştgirên Partîya Azadîya Kurdistanê li Swêdê)